Li Ewropayê çalakiyên bîranînê û kongre

Şehîdên meha Gulanê li Hollanda û Elmanyayê hatin bibîranîn. Li Bruksel û Gelsenkîrchenê jî jinan kongreyên xwe kirin.

Şehîdên meha Gulanê li Hollanda û Elmanyayê hatin bibîranîn. Li Bruksel û Gelsenkîrchenê jî jinan kongreyên xwe kirin.

AMSTERDAM: Li paytexta Hollanda Amsterdamê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Li ser hilbijartinên 24'ê Hezîranê jî civîna gel hate kirin. Nivîskar-rojnamevan Fûat Kav tevlî merasîmê bû û işaret bi girîngiya şehîdan a di têkoşîna azadiyê de kir. Kav got, "Em deyndarê şehîdan e" û destnîşan kir ku şehîdan bêyî guh bidin berjewendiyên şexsî, têkoşîn mezin kirine.

Di beşa duyemîn a civînê de hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin nirxandin. Kav li ser mijarê got, "Di vê hilbijartinê de divê her kes bi şiyara 'em ê teqez bi ser bikevin' bixebitin."

FREIBURG: Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê, di şexsê Muzeyyen Palabiyik (Sosyalîst Şîlan Firat) de Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Hevşaredara cizîrê Leyla Îmret jî tevlî merasîmê bû. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi wesîleya Roja Dayikan gul li jinên beşdar hatin belavkirin. Berdevkê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Freiburgê Salih Hezex li civînê axivî û bi bîr xist ku meha Gulanê meha lehengiyê ye. Hevşaredar Cizîrê Leyla Îmret jî destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurd bi saya şehîdan gihîştiye vê astê.

BRUKSEL: Yekîtiya Jinên Kurd a Belçîkayê (YJK-B) bi beşdariyeke xurt li paytexta Belçîka Brukselê kongreya xwe ya damezrandinê pêk anî. Jinên beşdarî kongreyê bûn, biryardariya xwe nîşan dan. Nûnera HDP'ê Fîlîz Koçalî û jinên ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Belçîkayê û Meclîsa Jinê ya HDP'ê destek dan kongreyê. Di kongreyê de mesaja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser azadiya jinê hate xwendin. Berdevka TJK-E Dilşah Osman piştre rewşa siyasî nirxand û destnîşan kir ku azadiya jinê û azadiya gelê Kurdistanê bi hev re dibe. Di kongreyê de hilbijartinên 24'ê Hezîranê jî hatin nirxandin û hate gotin ku divê jin li Belçîkayê ji bo têkbirina faşîzma AKP'ê bi xurtî bixebitin. Kongre bi hilbijartina desteyên rêveber û kontrolê qediya.

GELSENKIRCHEN: Li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê, Komuna Mazda Mariya kongreya xwe ya 2. li dar xist. Di kongreyê de hilbijartinên 24'ê Hezîranê hatin nirxandin û bang li her kesî kir ku li dora HDP'ê bicivin. Beşdaran gotin, "Dengekî bi tenê jî dikare her tiştî biguherîne" û banga tevlîbûnê kirin. Di dawiya kongreyê de komîsyonên dîplomasî, rêxistinbûn, edalet û dayikên aştiyê hatin hilbijartin.