Li Ewropayê çalakiyê edalet û Kobanê

Li Ewropayê çalakiyê edalet û Kobanê

Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê û bêdengiya raya giştî hate protestokirin. Protestoyên Kobanê mohra xwe li çalakiyên edeletê dan. 

DARMSTADT

Li Darmstadtê bi pêşengiya Meclîsa Jinan û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li Luisenplatz bi armanca piştgiriya Kobanê mîtîng pêk hat.
Nêzî 200 Kurd tevlî bûn û bal kişandin ser komkujiyên DAIŞ’ê. Berdevkê DKTM’ê Darmstadt Mehmet Çoban, êrîşên DAIŞ’ê şermezar kir û got ku şer bi destê hêzên navneteweyî tê meşandin û wê gelê Kurd bi hemû hêza li cem gelê Kobanê be. 

MUNÎH

Li Munîhê jî di çalakiya edaletê de êrîşên li hember Kobanê hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez pêk tên de gelek kes li ber Sefaratxaneya Fransayê hatin cem hev.  Belavok hatin belavkirin û di belavokan de bal kişandin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê. 

HAMBURG

Jinên Kurd li Hamburgê hatin cem hev û daxwaza darizandina berpirsên komkujiya Parîsê kirin. Di mîtîngê de hat gotin ku meşandina têkoşîna her sê jinên Kurd îro di parastina Kobanê de derbas dibe û Rojavayiyên li kampa penaberan a Hamburgê dimînin jî piştgirî dan çalakiyê.

Nûnera Meclîsa Jinan a Rojbîn axaftinek kir û diyar ku heta komkujî ronî nebe wê çalakiyên xwe bidomînin.

Piştre parêzer Brîtta Eder ku bi heyetekê re çû Rojava û nû vegeriya Elmanyayê axivî û nûçeyên di çapemeniya Elmanyayê de cuda tên nîşan dan rexne kir. Eder got ku rojên xwe yên herî xweş li Rojava jiyaye û rêxistineke bi heybet li wir heye.

Di dawiya mîtîngê de bang li hemû jinan kirin ku tevlî mîtînga roja Înê li Spitalerstrasse Hamburgê pêk tê bibin. 

WETZLAR

Li bajarê Wetzlar a Elmanyayê jî komek jinên Kurd ji bo komkujiya Parîsê çalakî pêk anîn. Kon hat vedan û belavok hatin belavkirin. 

STUTTGART

Li Stuttgartê jî weke her hefteyê  Înîsiyatîfa Jinên Kurd çalakî pêk anîn. Nobeta lêgerîna edeletê pêk anîn. Çalakiya nobetê ya di navbera saetên 15-16’an de li ber Sefaretxaneya Fransayê êrîşên DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.

Înîsiyatîfê got ku ji bo şermezarkirina êrîşan roja Pêncşemê li Stuttgart Schlossplat û roja Înê jî di navbera saet 12-17 çalakiya kon û di roja Şemiyê jî li Lautenschlagerstrasse saet di 17’an de wê meşek pêk bê.

BERLÎN
Li Berlînê jî çalakiya lêgerîna edaletê ya ji bo her sê şoreşgerên Kurd berdewam kir. Di çalakiyê de ji bo piştevaniya berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava bang hat kirin.

Çalakî du saetan berdewam kir. Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinan a Destdan Berlîn hat organîzekirin. 

HÎLDESHEÎM

Li Hîldesheîm jî çalakî pêk hat û berxwedana Kobanê hate silavkirin.

Bi armanca şermezarkirina DAIŞ’ê gelek kes li gara trenê hatin cem hev. Ji vir heta qada Hîndenburg meşiyan. Piştî meşê deqeyek rêz hat girtin û piştre DAIŞ hat şermezarkirin. 

BASEL

Ciwanên Azad ên Baselê bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ’ê meşek pêk anîn. Ciwanên ji Basselê diyar kirin ku heta Kurd azad nebin wê li her cihî çalakiyan pêk bînin.

Ciwanên MLKP’î jî piştgirî dan meşê. Di çalakiyê de bang hat kirin ku her ciwanên bi wijdan divê bi taybet di vê demê de li qadan bin. 

STRASBOURG

Li Strasbourg a Fransayê jî Kurd ji bo ku kujerên Parîsê bên dîtin çalakî pêk anîn. Kurdistaniyan daxwaza edaletê dubare kir. Seroka Komeleya Dostên Kurdan Bernard Revolan û endamên komeleyê jî piştgirî dan çalakiyê.

SUNDSVAL

Li bajarê Sundsvall a Swêdê Kurd duh li navenda Storatorget hatin cem hev, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê protesto kirin û diyar kirin ku wê bi Kobanê re di nava piştevaniyê de bin.

Siyasetmedarên Swêdî û Kurdistanî axaftin kirin, diyar kirin ku DAIŞ rêxistineke terorê ye û êrîşî hemû mirovahiyê dikin. Di çalakiyê de hat destnîşan kirin ku divê Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê mudaxaleyî çeteyên DAIŞ’ê bike. 

GAVLE

Li bajarê Goteborg a Swêdê jî Kurd ji bo ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar bikin di saetên sibê de ketin greva birçîbûnê.

Greva ku li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat destpêkirin wê bi dorê bidome. Îro jin, sibê jî bi tevlîbûna ciwanan wê grev dewam bike. Di greva ku wê 3 rojan bidome de, roja dawî wê Kurd çalakiyeke mezin pêk bînin û çeteyên DAIŞ’ê protesto bikin.