Li Ewropa çalakî didomin: AKP’e wê berdêlê wê bi giranî bide!
Kurdistaniyên li Ewropa, xwedî li berxwedanên xwerêveberiyê derdikevin, protestokirina AKP’ê didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropa, xwedî li berxwedanên xwerêveberiyê derdikevin, protestokirina AKP’ê didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropa, xwedî li berxwedanên xwerêveberiyê derdikevin, protestokirina AKP’ê didomînin.
Kurdên li Ewropa ji bo xwedîderketina berxwedanên li Bakûrê Kurdistanê û protestokirina polîtîkaya qetlîamê ya AKP’ê çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku li dijî qetlîaman bêdeng nemînin, hişyariya, “tê berdêlê wê bi giranî bide” li AKP’ê hat kirin.
MUNSTER
Li bajarê Munster ê Ewropa, Kurdistaniyan, Partiya Çep a Elman, komn antî-faşîst, diji atomê û saziyên civaka demokratîk, polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê protesto kirin.
Girseya di pêşengtiya Civaka Azad meş lidarxist, li stasyona trenê hatin cem hev. Polîtîkayên qetlîamê yên li ser Bakurê Kurdistanê protesto kir û berxwedan silav kir.
Di meşê de dirûşmên, “Bijî Berxwedana Sûrê”, “Bijî Berxwedana Nisêbînê”, “Bijî Berxwedana Cizîr”, “Bijî Berxwedana Silopiya”, “Bijî Berxwedana Kerboranê”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan” hatin berzkirin. Meş heta Serkonsolosxaneya Tirk a Munster berdewam kir.
Li ser navê Koordînasyona Civaka Azad a Herêmê Tahîr Koçer axivî, wiha got: “Bila dewleta AKP’ê vê baş bizanibe ku wê di nav xwîna herikandiye de bifetise û wê berdêlê wê bi giranî bide.”
DUSSELDORF
Ji bo protestokirina qetlîamên li Kurdistanê, li Parlamentoya NRW a Dusseldorfê çalakî hat lidarxistin. Heyetek ji 3 çalakvanan pêk dihat, bi rayedarên parlamentoyê re hevdîtin pêk anîn.
DRAGÛÎGNAN
Kurdistaniyên li herêma Dragûîgnan a Fransaya Başûr jî ji bo protestokirina polîtîkayên qetlîamê yên AKP’ê hatin cem hev. Polîsan hewl dan çalakiyê asteng bikin, gel bi biryarî sekna xwe parast. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku AKP’e li Kurdistanê serî li pêkanînên derveyî mirovatiyê dide û pêwîst e li dijî vê ti kes bê deng nemîne.
STOCKHOLM
Li paytexta Swêdê Stockholmê jî çalakî didomin. Ciwanên ku li berxwedana xwerêveberiyê ya gel xwedî derketin, Parlamentoya Swêdê dagir kirin. Ciwanan xwest ku Swêdê li hember qetlîamên li Kurdistanê bê deng nemîne, piştgiriya aborî ya YE ji şer re vediqetîne qut bike û xwerêveberiyan nas bike.