Li Eskîşehîrê nîjadperastan êrîşî HDP’yiyan kirin
Li Odûnpazari ya Eskîşehîrê komeke nîjadperest, êrîşî HDP’yiyên di nav wan de hevserokên HDP’ê yên navçeyê jî hebûn kirin.
Li Odûnpazari ya Eskîşehîrê komeke nîjadperest, êrîşî HDP’yiyên di nav wan de hevserokên HDP’ê yên navçeyê jî hebûn kirin.
Li Odûnpazari ya Eskîşehîrê komeke nîjadperest, êrîşî HDP’yiyên di nav wan de hevserokên HDP’ê yên navçeyê jî hebûn kirin. Polîsên hatin cihê bûyerê jî li şûna mudaxeleyî koma nîjadperest bikin, heqaret li HDP’yiyan kirin, HDP’yî derb kirin.
Li Taxa Tepebaşi ya navçeya Odûnpazari ya Eskîşehîrê, HDP’yiyên Hevserokên HDP’ê yên Navçeyê Mûstafa Karataş û Bestegul Saribaş jî di nav wan de rastî êrîşa komek nîjadperestan hatin. Koma nîjadperest Dibistana Navîn a Tegmen Sûbûtay dorpêç kirin, heqaret kirin û bi dirûşmên, “Wê Şehîd Sûbûtay ji bo we bibe goristan” HDP’yî tehdîd kirin.
Polîsên hatin cihê bûyerê li şûna mudaxeleyî koma nîjadperest bikin, berê xwe dan HDP’yiyên di dibistanê de asê mabûn û wiha tehdîd kirin: “Eger hûn ji bo piştgiriyê bang li hevalên xwe bikin, em ê dest bi binçavkirinê bikin.” Piştre bi derbkirinê HDP’yî xistin wesayîtan, heqaretên cinsiyetperest kirin û HDP’yî tehdîd kirin.
HDP’yî hê jî li cihê alozî lê didome, li pêşiya dibistanê di wesayîtek polîsan de disekinin.