Li Eskîşehîrê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin

Li Eskîşehîrê di pîrozbahiya Newrozê de dirûşma; ‘Rabe, dema azadî û serkeftinê ye’ hate berzkirin û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin qîrkirin.

Sevîlay Çelenk a Parlamentera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî),  Gamze Toprak û Îzzettîn Altûn ên Namzetên Hevşaredariya Eskîşehîrê yên DEM Partiyê û  rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê yên Eskîşehîrê jî di nav de gelek kes beşdarî şahiya Newrozê bûn.

Di şahiyê de  gelek caran dirûşma; ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin û Gamze Toprak û Îzzettîn Altûn ên Namzetên Hevşaredariya Eskîşehîrê yên DEM Partiyê bal kişandin ser hilbijartinên xwecihî û her du namzetan anîn ziman ku desthilatdariyê tu encam ji êrîşên li ser partiyên wan bi dest nexistiye.

Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Sevîlay Çelenkê jî gotina: ‘’Kulîlka aşitiyê ya ji agir, me tu danî li ser dilê xwe’ a peyama Newrozê ya Gultan Kişanak a Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Enqereyê ya DEM Partiyê bi beşdarvanan re parve kir.

Her wiha Sevîlay Çelenkê ev yek jî anîn ziman: ‘’Em bi rûmeta xwe, bi nasnameya xwe û  bi helwesta xwe ji bo kevneşopiya xwe têdikoşin. Îro cejna Newrozê ku li Tirkiyeyê, Kurdistanê û li seranserê cîhanê tê pîrozkirin, îfadeyeke vê yekê ye.’’

Şahiya Newrozê bi gerandina govendê û dirûşmên; ’Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.