NÛ BÛ

Li Enqerê mîtînga NA

Li Enqereyê hêzên demokrasiyê, ji 10'ê Cotmeha 2015'an ve cara yekem e ku li Qada Kolejê di mîtînga NA de hatin cem hev.

Li Enqereyê di çarçoveya xebatên referandûmê de bi hezaran kesî tevlî mîtînga dibin pêşengtiya HDP'ê ya bi dirûşma 'NA, aşitiyê em qezenç bikîn' bûn.

Wêneyên Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku bi hinceta berê de biryar hatibû standin hatin komkirin. Cihê mîtîngê bi alên HDP'ê û alên rengareng 'NA' û 'HAYIR' hat xemilandin. Platforma ku wê li ser axaftin bêne kirin bi pabkartên ku li ser nivîsandî 'Me hevserokatî qezençkir, serokatiya 'yek' kesî re rê nîne', 'Rewşa heyî ji bo were bi qanûnkirin, paşreoja we û pêşeroja wer NA' û 'Li dijî dîktayê gel dengê NA qîrdike', li herêmê ji bi dehan dovîzên ku 'Çima NA' hatin vekirin.

DEMIRTAŞ BANGKIR: EM TE NAKÎN SEROK

Mîtîngê bi axaftina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê beriya hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an di komcivîna dawî ya Meclîsê de kiribû ya "Em ê te nekin serok" ve destpê kir. Gotinên Demîrtaş ên "Recep Tayyîp Erdogan heta HDP hebe em ê te nekin serok" bi çepikan hat pêşwazîkirin.

SODAP, Kaldiraç, ESP, HDK, DBP, Komelay Çandê a Pîr Sûltan Abdal, Komeleya Çandê a Anadolûyê ya Hacî Bektaşvelî, Federasyona Elewî a Bektaş, Dayikên Aşitiyê, Rêxistinên Civaka Sivîl û Nûnerên Partiyên Siyasî tevlî mîtîngê bûn.

ONDER: BERIYA KU KES BIMIRIN, DIVÊ EM DENG BIDIN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: “Ti tişt ji jiyana mirovan ne girîngtir e. 54 roj in, ji bo rûmet û azadiya xwe li ber xwe didin. Divê em piştgiriya grevên birçîbûnê bikin. Derdê me ev e, beriya ku kes bimirin divê em deng bidin grevên birçîbûnê.”

Onder qala berhevkirina wêneyên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî kir û wiha got: “Li ti derê nahêlin em wêneyên hevrêyên xwe bilind bikin. Heke ev sûc be, ez vî sûcî dîsa dikim.”

Onder li hemberî girtinan nerazîbûna xwe jî diyar kir û wiha anî ziman: “Di lêpirsînên KCK’ê de we bi deh hezaran kes dîl girtin. Ji 1’ê Sermawezê û heta niha 8 hezar hevalên me hatine girtin. Li welatekî ev qasî ‘terorîst’ çawa çêdibe? Heke hejmar gihiştine deh hezaran, nexwe sedemên sosyolojîk hene. Qaşo Dadgeha Makezagonê heye. Bi mehan e parlementerên me girtî ne, lê hêj nikarin biryarekê bidin. Deng ji keviran tê, lê ji Dadgeha Makezagonê nayê. Heke hûn ji hiqûqê natirsin, ji Xwedê bitirsin.”

Onder herî dawîn jî got: “Dixwazin me di navbera Sirûda Îzmîrê û ya Mehterê de bi cih bikin. Bila her kes bizanibe ku em di nava van de hilnayên. Em bi berxwedanê bi ser ketin, em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Piştî axaftinên Onder mîtîng li ber sitranên hatin pêxistin û gerandina govendê ve bi dawî bû.