Li Elmanyayê ji bo penaberên ji mafê rûniştinê bêpar sererastkirina nû

Li Elmanyayê ji bo penaberên ji mafê rûniştinê bêpar sererastkirina nû

Ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Federal ve pêşnûme qanûnek nû ji bo desteya wezîran hat pêşkêşkirin û ji bo penaberên ku demeke dirêj e li Elmanyayê dijîn bi şertê ku hin daxwazan bicih bînin wê mafê rûniştinê bê dayîn. Di plana dawî ya pêşnûmeya nû de jî, di salên dawî de li gel ku wê hejmara penaberan bigihêje sedhezaran jî, dersînorkirin salê nêzî 10 hezarî ye.

Li gorî pêşnûmeyê, biyaniyên ku herî kêm 8 sal e li welat dijîn bi şerta ku dikarin heta asta têr Elmanî dizanin û dikarin debara xwe bikin wê destûra rûniştinê bê dayîn.  Her wiha ji bo ku mafê rûniştinê bigirin şerta, divê pergala siyasî ya Elmanyayê qebûl bikin û li dijî qanûnan sûc nekin hat danîn. Li gel vê ji bo kesên ku zarokên wan hene jî li welat 6 sal dema mayînê hat dayîn.

Di rewşa ku ev kes mafê rûniştinê bigirin de, bi rêya gihandina malbatê re, wê gelek hêsan be ku endamên malbatê jî bînin Elmanyayê.

DERSÎNORKIRIN TÊ QEBÛLKIRIN

Pêşnûmeya qanûnî ya nû ji bo gelek penaberên qeçax jî zehmetiyan tîne. Kesên ku li Elmanyayê agahiyên nasnameyên xwe şaş gotibin wê bên dersînorkirin û kesên bi saziyên fermî re ne di nava hevkariyê de bin an jî yên li dijî qanûnan derkevin wê rastî pêkanînên tund bên.  Bi taybet jî kesên bi nasnameya sexte ketibin welat wê email, telefonê wan bên kontrolkirin û nasnameya wan a rast bê tespîtkirin.

Her wiha kesên ku destûra wan a rûniştinê hebe û li Elmanyayê herî kêm salek ceza girtibin an jî li hemberî ewlehiya dewletê wek tehdîd bin wê dersînorkirina wan hêsan be. 

Li Elmanyayê tê texmînkirin ku hejmara kesên destûra wan a rûniştinê ya demkî heye nêzî 150 hezarî ye, ji van kesan herî kêm 30 hezar ev 8 sal e li welat dijîn. Lê nayê zanîn ji van kesan çiqas şertên di qanûna nû de wê bîne cih.

Berdevkê Karên Hundir ê Partiya Yekîtiya Sosyal Xiristiyan (CSU) Stephan Mayer got: “Hejmara kesên salê tên dersînorkirin (10 hezar) pir kêm e. Pêkanîna nû di navbera nermbûn û hişkbûnê de hevsengiyek gelek girîng e.”

Dîrektorê Komeleya Xizmetên Penaberan a Cîzvîtler (JRS) Frido Pfluger: “Ji sedê yekê penaberên cîhanê tên Ewropayê. Îsal 140 hezar penaber hatin Elmanyayê, ev hejmar Elmanyayê nade zorê.” Partiya Çep (Die Linke) û Keskan (Grunen)  jî bertek nîşanî pêkanînê dan.