Li Elmanyayê ciwanên Kurd konferansa xwe li dar xist

Li bajarê Elmanya Dortmûndê Konferansa Ciwanên Azad hate lidarxistin.

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê bi şîara ‘Li dijî faşîzmê xwe birêxistin bike, ji bo Rêber Apo serî hilde’ Konferansa Ciwanên Azad hate lidarxistin. Zêdetirî 100 delegeyên ji hemû herêmên Elmanyayê beşdarî konferansê bûn û di konferansê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û rolê çekan yê dewleta Elman hate gotûbejkirin. Hate gotin ku êrîş di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser modernîteya demokratîk tê kirin.

Piştî rojeva siyasî semînerên bi mijarên ‘Çand û Spor’ , ‘Konfederalîzma Ciwanan’ û ‘Şêweyê çalakî û zextên dewletê’ hatin lidarxistin.

‘JI BO EFRÎNÊ CIWANÊN ÇALAKGER’

Di konferansê de rewşa rêxistinkirî ya ciwanên Kurd li Ewropa û Kurdistanê hate destgirtin û peyama ‘Bi ruhê Kobanê ji bo Efrînê ciwanên çalakger’ hate dayîn.

Piştî rewşa rêxistinî ciwanan sînevîzyona li ser rewşa  siyasî temaşe kir.

Ciwanan meclîsa xwe ya ji 21 kesan pêk tê li tevayî Elmanya hilbijart. Komîteya ku hatî hilbijartin wê rojên pêşiya me de pêşnûmeya biryaran a gotûbêjên konferansê par ve bike.

Di dawiya konferansê de jî banga tevlîbûna ji bo çalakiyên li dijî Komploya Navnetewî hate kirin.

Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Serî Hilde’  û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.