Li Elmanya û Awûstûryayê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn

Li Frankfûrt û Grazê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn û di hilbijartinê de ji bo HDP’ê banga piştgiriyê hate kirin.

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê Şehîdên Gulanê hatin bibîranîn. Çalakiya bibîranînê bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan ên Frankfûrt, Hanaû, Offenabach hate lidarxistin û bi sedan kes tevlî bibîranînê bûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê Komîteya Malbata Şehîdan Mûsa Agirî hate kirin. Di bibîranînê de Roja Dayîkan hate pîrozkirin.

Li ser navê TJK-E’yê jî hate gotin ku, “Divê em nirxên ku şehîdan ji me re hiştine, lê her derê mezintir bikin. Meha Gulanê ji bo PKK’ê meheke girîng e. Denîz, Îbrahîm û Hakî bûn tevgereke gel.”

‘TEVGER GIHANDIN BI MILYONAN KESAN’

Li ser navê Komawê Ahmet Aktaş jî got, “Mîrasa Hakî Karer û Mehmet Karasûngûran Tevgera Azadiyê ya Kurdan mezin kir û gihand bi milyonan kesan.”

Tûba Kemenger a ku li Rojhilat 3 birayên wê şehîd bûne jî got ku Kurd roj bi roj xurt dibin û ev bi saya serê şehîdan pêk tê.

Bi pêşengiya Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Grazê li Herrgottwîesgasseyê ji bo bibîranîna Şehîdên Gulanê tûrnûwaya fûtbolê hate lidarxistin û seyran hate kirin.

Bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn û li ser navê HDP’ê Ahmet Zîrek, Hevserokê Civaka Azad ê Avûstûryayê Halîs Sever û li ser navê CÎK’ê axaftin hate kirin.

Di çalakiyê de bang hate kirin ku di hilbijartinê de piştgiriya HDP’ê were kirin.

Piştî axaftinan çalakî bi muzîkên Koma Medya bi dawî bû.