Li Egeyê faşîzma AKP’ê: Di salekê de 1426 binçavkirin, 278 girtin
Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan diyar kir ku di nava salekê de li herêma Egeyê hezar û 426 kes hatine binçavkirin û 278 kes jî hatine girtin.
Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan diyar kir ku di nava salekê de li herêma Egeyê hezar û 426 kes hatine binçavkirin û 278 kes jî hatine girtin.
Komeleya Mafê Mirovan di rapora xwe de diyar kir ku di salekê de 18 hezar û 675 binpêkirinên mafan hatine jiyîn.
Rapor li avahiya komeleyê hate eşkerekirin û di raporê de binpêkirinên mafan ên li Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Mûgla, Manîsa, Ûşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Bûrdûr, Mûgla, Balikesîr û Isparta heye.
Di raporê de hate diyarkirin ku herî zêde li girtîgeh û binçavkirin û li ser penaberan binpêkirinên mafan hatine jiyîn.
Di raporê de hate eşkerekirin ku li girtîgehên herêma Egeyê 168 caran mafên tendirustiyê yên girtiyan hatiye binpêkirin û 12 caran li ser girtiyan lêgerîna tazî hatiye ferzkirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku li herêma Egeyê di nava sala 2017’an de hezar û 462 kes hatine binçavkirin û ji nav van kesan 278 kes hatine girtin.
ŞÎDDET Û CÎNAYETA LI SER JINAN
Di raporê de hate diyarkirin ku li dijî jinan 184 binpêkirinên mafan pêk hatiye û 56 cinayetên li ser jinan çêbûye. Ligel vî tiştî 97 caran jî îstîsmara zarokan hatiye kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku bi giştî li ser jin û zarokan 347 binpêkirinên mafan pêk hatiye.
Di raporê de hate diyarkirin ku ji ber şerê li Sûriyeyê bi sed hezar kesan koç kirine û 13 hezar û 954 binpêkirinên mafên penaberan hatiye jiyîn.