Li Efganistanê rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê kêm bû

Li Efganistanê, di hilblijartinên serokkomariyê de ku bi tedbîrên bilind ên ewlekariyê pêk hat, yek ji pênc hilbijêran dengê xwe bi kar anîn.

Tevî ku rêjeya tevlîbûnê kêm e, ev yek li pêşiya jimartinê ne asteng e. Li Efganistanê ji bo encamên hilbijartinê derbasdar bin ti sînorekî qanûnî nîne.

Ji 9.6 milyon hilbijêran tenê 2 milyon hilbijêran dengê xwe bi kar anîn.

Di hilbijartinê de bi giştî 17 bernamzetan ji bo serokatiyê li ber xwe dan. Ji tûra duyemîn re du favorî man. Her du jî Serokkomar Eşref Ganî û Serokwezîr Abdullah Abdullah e ku di hilbijartinên sala 2014'an de jî ji tûra duyemîn re mabûn.

Li pêşiya serketiyê hilbijartinê berpirsyariyeke mezin heye ku bi Talîbanan re aştiyê pêk bîne, lê belê ji ber ku rêjeya tevlîbûnê kêm e, dibe ku pirsgirêka rewabûnê rû bide. Serokê DYE'yê Donald Trump di 7'ê Îlonê de bi rengekî suprîz hevdîtinên bi Talîbanê re rawestandibû. Talîban hikumeta heyî nas nake û diyaloga bi wan re red dike.