Li Edeneyê di bin barana zêde de coşa Newrozê

Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê di bin barana zêde de Newroz bi coş hat pîrozkirin.

Bi sedan kes bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” berê xwe dan Qada Newrozê ya Taxa Belediyeevlerî.

Beriya destpêkirina bernameyê di binê baranê de govend hatin gerandin. Di pîrozbahiya ku jinan kincên xwe yên neteweyî yên rengîn li xwe kirin de, girseyê nîşaneyên serketinê nîşandan û gelek caran dirûşmên weke "Jin, jiyan, azadî", "Newroz pîroz be", "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin a Edeneyê û Ceyhanê yên DEM Partiyê beşdarî pîrozbahiyê bûn û gel silav kirin. 

Piştî axaftinên vekirinê yên Hevserokên Navçeya Ceyhan ê DEM Partiyê Meryem Guler û Gorgûn Kaya, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê di nav çepik, tîlîlî û dirûşman de vêxistin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr û namzetên hevşaredariya Ceyhanê Delal Mamuk û Cemal Gok bi dorê derketin ser dikê û Newroza gel pîroz kirin. Namzetên hevseroktiyê bang li her kesî kirin ku di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derkevin.

Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya DEM Partiyê Arîfe Çinar, diyar kir ku bi mîlyonan kesên li qadên Newrozê kom bûne, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine.

Arîfe Çinar, da zanîn ku Îmralî mifte û rêya aştî û demokrasiyê ya vî welatî ye û got ku divê Abdullah Ocalan di demeke herî kurt de azadiya xwe ya fîzîkî ji nû ve bi dest bixe.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mersînê Alî Bozan derbasî nava girseyê bû û got, "Gelê Kurd di bin baranê de, di nava heriyê de ango berf û bahozê de her tim li qadan e û li ber xwe didin."

Bozan, Newrozê çalakgerên greva birçîbûnê yên girtî û Abdullah Ocalan pîroz kir û got: "Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye."

Bozan, piştre li gel girseyê di bin barana zêde de govenda Newrozê girt.