Li DYA’yê teqîn: 3 mirî, 141 birîndar
Li DYA’yê teqîn: 3 mirî, 141 birîndar
Li DYA’yê teqîn: 3 mirî, 141 birîndar
Li bajarê Boston a Amerîkayê di dema marathonekê de êrîşeke bombeyîpêk hat, di encamê de 3 kes birin, 25 jê bi giranî 141 kes birîdarbûn. Bi vî awayî piştî êrîşa 11’ê Îlonê êrîşa herî mezin li dijî DYA’yê pêk hat. Gera balafiran bi awayeke demkî li ser bajêr hate rawestandin.
DYA duh di saetên danê êvarê de bi êrîşeke bombeyî re rû bi rû ma. Teqîn saet di 14.45 de li nêzî xeta beza maratonê ya dawî ya li bajarê Bostonê pêk hat. Şefê polîsên Bostonên Ed Davis diyar kir ku 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 25 jê bi giranî bi giştî 141 kes birîndarbûn. Her wiha hate diyarkirin ku dest an jî lingên 10 birîndaran jî jê ve bûne.
Serokê DYA’yê Barack Obama piştî êrîşê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê kes an jî rêxistina êrîş pêk anîne aşkere bikin û hesabê jê bipirsin.
Tê diyarkirin ku bombeyên destpêkê li cihê ku herî zêde qelebalix bû hatibûn bicihkirin. Hema piştî bûyerê Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) dest bi lêpirsînê kir.
Polîsên derdorê dan zanîn ku kesek bi fikar ê ku rengê wî reş bû, hatiye anons kirin û hate diyarkirin ku 5 deqe beriya teqînê xwestiye bikeve cihê ewlekariyê.
Her wiha, hate diyarkirin ku kesek jî ji Erebîstana Siûdî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê, lê ev kes ji ber teqînê nehatiye binçavkirin.
Piştî teqînê hate diyarkirin ku di encama lêkolînan de hin teqemeniyên din hatine dîtin û senatorê Komargir Bill Keating da zanîn ku 2 teqemeniyên nû hatine dîtin.