Li Dresdenê pêşî li xwepêşandana dijberiya penaberan hat girtin
Li Dresdenê pêşî li xwepêşandana dijberiya penaberan hat girtin
Li Dresdenê pêşî li xwepêşandana dijberiya penaberan hat girtin
Rastgirên tund ên li Elmanyayê hebûna çeteyên mîna DAIŞ'ê ji xwe re dikin hincet û li dijî biyaniyan tevdigerin, van karên xwe dewam dikin. Meşa rastgirên tund ên li bajarê bajarê Dresdenê hat lidarxistin, ji aliyê mirovên xwedî nêrîna dijber ve hat sekinandin.
7 hezar 500 kesên endamê koma bi navê (Pegîda) ku ji xwe re dibêjin, 'Yekîtiya Ewropiyên Welatparêz ên li dijî Îslambûyîna Rojava' duh êvarê li navenda bajarê Dresdenê meşek lidar xist. Endamên komê ku gelek rastgir di nav de bû, bênavber li dijî polîtîkaya Elmanya ya li ser penaberan û li dijî penaberan bi xwe dirûşme qîriyan.
Endamên Pegîda yên xwestin heta Theaterplatzê bimeşin û mîtîngekê lidar bixin, li Terassenuferê, ji aliyê hezar kesên ji parêzvanên mafên mirovan û komên çep ve hatin rawestandin. Koma dijber li vir çalakiyeke rûniştinê lidar xist û nehiştin endamên Pegîda yên di nav de nîjadperest jî hebûn, derbas bibin. Endamên Pegîda li ser israra çalakgerên rûniştinê, mîtînga xwe betal kirin û neçar man li nuqteya destpêkê vegerin.
Di dema xwepêşandana ku bi sedan polîs jî lê amade bûn de, ji ber ku polîsan her du kom nêzî hev nekirin, pevçûn derneket. Rayedarekî polîs da xuyakirin, ku xwepêşandan li gorî hefteyên dawî di rewşeke gelekî aloz de pêk hatiye.
Endamên koma dijber a li hemberî endamên Pegîda çalakiya rûniştinê lidar xistin, li qada çalakiyê pankarteke mezin a bi nivîsa 'Ji bo civakeke bêhtir vekirî" daliqandin û destnîşan kirin ku ew ê rê nedin komên nîjadperest.