Li Dresden û Rennesê 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li bajarê Dresden ê Elmanya û bajarê Rennes ê Fransayê 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin.

DRESDEN

Kurdistaniyên ku li bajarê Dresden ê Elmanyayê dijîn, 15'ê Tebaxê pîroz kirin.

Di axaftinên di pîrozbahiyê de hatî kirin de ev tişt hatin diyarkirin,  “Gulleya di 15'ê Tebaxê de li dijî feraseta dagirkerî û mêtîngerê hatiye teqandin. Pêngava 15'ê Tebaxê rabûna li dijî çanda hatî talankirin e. Pêngava destpêkê ya ji bo xwedîderketina li  azadî, rûmet û koka xwe, hebûn, nasnameya xwe ye.”

RENNES

Li bajarê Rennes ê Fransayê 15'ê Tebaxê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên li ser Efrînê û qetlîama xwezaya Kurdistanê.

Meşa ku li Place Colombîe yê hate destpêkirin heta Qada Repûblîqûeyê dom kir. Li vir jî mîtîngek hate lidarxistin.

Di meş û mîtînga ku girseyekî qelebalix beşdarbûyî de, nûnerê Meclîsa Civakî ya Demokratîk axivî.

Bênavber dirûşmeyên 'Bijî Serok Apo'  û 'Bê Serok Jiyan Nabe' hatin berzkirin.