Li dijî rejîma AKP-MHP'ê wê sibe li Parîsê mîtîng bê lidarxistin

Koordînasyona Hilbijartinê ya Fransayê ji bo mîtînga sibe ya li meydana Bastille ya Parîsê ku wê li dijî dîktatoriya AKP-MHP'ê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Fransayê ku ji ACTÎT, ADHK, ATÎK, CDK-F, DÎDF, FEDA, HDK-F, Odak, PPEKE, Komeleya Sinemilli pêk tê, ji bo mîtînga sibe ya li Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê pêvajoyeke hesabpirsîna ji dîktatoriya AKP/Erdogan e û ev pêvajo wê li Ewropayê 7-19'ê Hezîranê dest pê bike. Di daxuaniyê de hate gotin, "Em dibin bi milyonan kes û hêrs, daxwaz û hêviya xwe bi HDP'ê re dikin yek."

SIBE SAET 16:00 LI MEYDANA BASTILLE

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dem hatiye ew dakevin qadan û ji bo HDP'ê banga dengan bikin. Koordînasyonê da xuyakirin ku 2'ê Hezîranê saet 16:00 wê li meydana Bastille ya Parîsê bi deh hezaran kes li dijî dîktatoriyê li hev bicivin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Parlamenterê me yê Mûşê Ahmet Yildirim, Nûnerê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê Suleyman Aslan, Hevberdevkê FEDA'yê û ji Partiya Komunîst a Fransayê Pierre Lorien wê bi me re bin. Hunermendên hêja yên gelê Kurd Hozan Kawa û Farqîn Amed jî wê bi stranên xwe tevlî têkoşîna me bibin."

Koordînasyonê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir; "Em bang li gelê xwe yê koçber ê li Fransayê dikin ku 2'ê Hezîranê roja Şemiyê saet 16:00 li meydana Bastille ya Parîsê bibin dengê azadî û demokrasiyê."