Li dijî bêdengiya Fransayê bertek mezin dibin
Li dijî bêdengiya Fransayê bertek mezin dibin
Li dijî bêdengiya Fransayê bertek mezin dibin
Li dijî ronî nekirina kujerên komkujiya 9’ê Çileyê li Parîsê pêkhat, bertek berdewam dikin. Li bajarên Fransa Parîs û Strasbourgê, li bajare Dusseldorf yê Almanyayê jî çalakiyên “bêdengiya we ji hevkariya we tê” hatin li darxistin.
Bidaxwaza derxistina kujerên ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez çalakiyên “bêdengiya we ji hevkariya we tê” hatin li darxistin.
Meşa “Bêdengiya we ji hevkariya we tê” ya li Parîsê di demjimêr 14:00’an de li ber Akademiya Çanda û Hunerê ya Kurdistanê destpê kir. Li pêş çalakiya ku bêdengiya 301 rojan hate protesto kirin de, posterên “Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez: Em hatin qetilkirin, hûn di ferqê de ne?” sê jinên kefen li ber hilgirtin. Jinên bikefen bi çanên di destê wan de bêdengiya mirinê ya Fransayê protesto kirin.
Girseya ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtin, bi dirêjahiya meşê sloganên “em dixwazîn bêne ronî kirin” avêtin.
Li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê deqîqeyek rêzgirtinê hate kirin. Di çalakiya ku axaftinek kurt hate kirin de, banga tevlîbûnê ji bo meşa dê 25’ê Mijdarê ya li dijî tundiya li ser jinê di 23’ê Mijdarê li Qada Montparnasse di demjimêr 2 de destpê bike hate kirin. Piştî axaftinan 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêkhat û jinan bêdengiya Fransayê protesto kirin.
LI STRASBOURGÊ PEYAMA ‘KOMKUJIYÊ RONÎ BIKE’
Di çalakiya ku li Strasbourgê di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li ber Walîtiya Bas-Rhin pêkhat de, peyama ‘komkujiyê ronî bike, bêdeng nebe’ da Hikumeta Sosyalîst.
Di çalakiya 15 rojan carekê bislogana ‘bêdengiya we çespandina hevkariya we ya sûce’ de li gel malbata Fîdan Dogan (Rojbîn) ya li Parîsê hate qetilkirin, bidehan Kurdistanî û Fransî beşdarbûn. Kurdistanî û dostên wan ên îro di demjimêr 14’an li ber Walîtiyê hatin gel hev, hikumeta Partiya Sosyalîst (PS) û Serok Komarê François Hollande protesto kirin. Di çalakiya ku pankarta “bêdengiya we çespandina hevkariya we ya sûce” hate hilgirtin de, balkişande ser ku eger hikumeta Fransa komkujiyê ronî neke, ev dê bibe ispata hevkariya sûc.
Bavê Fîdan Doganê Hesen Dogan ku di çalakiyê de bû, helbesta ji keça xwe re nivîsandî xwend.
ENDAMÊN BASKÊ ÇEP: BILA KOMKUJIYÊ ZELAL BIKIN
Li ser navê Komeleya Dostên Kurdan Alsace Bernard Revollon jî xwest perdeyê li ser komkujiyê were rakirin. Revollon anî ziman ku, pêwîste Partiya Sosyalîst û Serok Komar François Hollanda dosya komkujiyê neke qurbanê têkiliyên bi Tirkiyeyê re.
Nûnerên Baskê Çepê (FG) û Partiya Komunîst ya Fransayê (PCF) daxwaz kirin ku dosya komkujiya Parîsê were aşkera kirin. Nûnerên çep peyama “Em dê ji bo azadiya gelê Kurd û lîderê wan Ocalan li gel wan bin.”
Di çalakiyê de bênavber sloganên “Em hemû Sakîne, Rojbîn û Leylane”, “Fransa komkujiyê ronî bike” qîr kirin. Her wiha têkildarî agahdarkirina armanca çalakiyê belavok hatin belavkirin.
LI DUSELDORFÊ JI DAREZA FRANSAYÊ RE BANGA ‘BIBERPIRSYAR TEVGER BIKE’
Çalakiya ku li bajarê Dusseldorf yê Almanyayê jî bipêşengiya Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) li ber Konsolosa Fransay ya Dusseldorfê pêkhat.
Di çalakiya ku bislogana “Gelo bêdengiya we ji hevkariya we ya sûc tê?” pêkhat de bi dehan kesên ji Dusseldorf û Essenê beşdar bûn. Di çalakiya ku di navbera demjimêrên 11:30 û 12:30’an pêkhat de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez û pankartên komkujiyê şermezar dikin hatin hilgirtin. Bênavber sloganên “Şehîd namirin”, “Em hemû Sakîne ne, Fîdanîn û Leylane” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin. Di çalakiya ku polîtîkayên Fransayê bizimanek tund hatin şermezar kirin de, Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ daxuyaniyek da.
Di axaftina ku hate xwestin demek ji demekê zûtir komkujiya Parîsê were ronî kirin de hate gotin ku, “Eger Fransa bixwaze dikare vê komkujiyê çareser bike. Lê belê ji ber berjewendiyên xwe bêdeng dimîne. Daraza Fransayê jî di bin bandora van berjewendiyên qirêj de dimîne, bidad nêzîk nabe. Em weke Kurdan careke din li vir bang dikîn; Pêwîste daraza Fransayê bidad nêz bibe û tiştên pêwîst pêkbîne. Bila ev jî bê zanîn ku, heta komkujî bê ronî kirin em dê çalakiyên xwe berdewam bikîn.”