Êrîşa dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê: Êrîşkar xwe spart polîsan

Kesên "nenas" êrişeke çekdarî birin ser avahiya HDP'ê ya Stenbolê.

Komîsyona Çapemeniyê ya Stenbolê ya HDP'ê ragihand ku îro saet di 15:00 de li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê ji aliyê kesên nenas ve êrişeke çekdarî hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê, 7 caran gule li avahiyê hatiye reşandin. Hate ragihandin ku bi şensê tiştek bi kesî nehatiyê û der barê bûyerê lêkolînê dest pê kiriye.

Li gorî agahiyên ku ANF’ê bi dest xistiye, êrîşkar piştre xwe spartiya Gerînendetiya Emniyetê ya li Beyoglûyê ya li heman kolanê. Hate ragihandin ku êrîşkar li avahiya emniyetê ye.

Di daxuyaniya HDP'ê de hate gotin, "Bi destê çeteyan li dijî avahiyên me yên partiyê gelek caran êrişên bi vî rengî hatin kirin. Bi rêya van êrişan tê xwestin ku rêveber, endamên partiyê û gelê me bitirsînin. Li dijî êrişên faşîst û çeteyan em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk herta dawiyê bi kar bînin."

Hate ragihandin ku wê bi vê armancê saet di 16:30'î parlamenter, rêveber û gel li ber avahiya HDP'ê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.