Sûriyeyê di mijara neteweya demokratîk, yanî serketina demokrasiyê de gavên girîng avêtine. Îro ciwanên Kurd, Ereb û Sûryanî mil bi mil şer dikin û ev jî tê wateya bingehê Sûriyeya nû. Sûriye ku welatê hevbeş ê Ereb, Sûryanî, Kurd, Tirkmen û Çerkezan e, wê demokratîk bibe û bibe welatekî mînak ê Rojhilata Navîn. Ji bo Sûriye bibe welatekî mînak gavên girîng tên avêtin. Bi şêwazekî herî rast bi vî rengî mirov dikare bibe bersiv ji bo bibîranîna yên jiyana xwe ji dest dayî û êş kişandî.
Di rewşa heyî de ji bo Sûriye bigihîje aramiyê projeya tekane ya Federasyona Sûriyeya Demokratîk e. Ji bilî demokrasiya xwecihî û Sûriyeyeke girêdayî xweseriya demokratîk bi ti awayekî din aştî û aramî wê li Sûriyeyê pêk neyê. Kurd yekîtiya Sûriyeyê diparêzin. Parazvanên demokrasiya herêmî ne ku wê yekitiya Sûriyeyê pêk bînin. Bûyina Şoreşa Rojava ya bingehê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê encama vê têkgihiştina yekîtiyê ye. Federasyon forma yekîtiya Ereb, Kurd, Suryanî, Tirkmen, Çerkez û hemû gelên din e. Projeya li dijî parçekirina Sûriyeyê ye. Kurd mîna parçeyekî federasyonê wê bibin endamekî yekîtiya neteweyî ya demokratîk a tevahiya Sûriyeyê. Meyldariya neteweperest a di beşeke Kurdan de hebû jî bi vê formê hate paşvexistin. Bi kurtasî, Federasyona Demokratîk a Sûriyeyê tê wateya projeya astengkirin û paşvexistina her cure neteweperestî û bipêşxistina feraseta neteweya demokratîk.
Li ser bingehê yekîtiya Ereb û Kurdan avakirina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û avakirina Sûriyeyeke li ser bingehekî wisa ji bo têgihiştina xwe ya spartî yek milet, yek welat a her tiştî yek dike û ji bo têgihiştina xwe ya mezhebparêz, dewleta Tirk mîna tehlûkeyekê dibîne. Ji ber ve yekê jî dijminatiya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dike. Ji bo vê dijminatiyê rewa bike û hevkarên vê dijminatiyê bibîne jî dibêjin, "Li Başûrê me em nahêlin dewlet ava bibin". Lê belê li Sûriyeyê têgihiştin û pratîkeke siyasî ya dixwaze dewletê ava bike, tine ye. AKP li Sûriyeyê ne Kurdên neteweperest ê alîgirê Yekîtiya Sûriyeyê ji bo xwe xeter dibîne. Yanî ji ber ku yekîtiya Ereb-Kurdan ji bo xwe tehlûke dibîne, hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê hewl dide şerê Kurd-Ereban derxîne. Difikire ku bi vî şêwazî wê karibe xwe gihandina Kurdan a jiyana azad û demokratîk asteng bike. Ji ber vê yekê jî hêvî dike ku Kurdên netewperest karibe ji bo vê armanca xwe bi kar bîne.
Her ku têkiliya Ereb û Kurdan li Sûriyeyê xurt dibe, tirsên AKP’ê jî zêde dibin. Ji bo xerakirina vê têkiliyê jî her rê û rêbazê diceribîne. Di demên dawî de ji Sûriye, Rûsya û Îranê daxwaz dike ku beranberî Idlibê derfeta êrîşkirina Efrînê bidinê jî bi mabesta anîna dijberî hev a Ereb û Kurdan e. Dixwazin Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û rejîma heyî ya Sûriyeyê bînin dijberî hev. Heger di mijara êrîşa li dijî Efrînê de rejîm, Rûsya û Tirkiye hevkariyê bikin, wateya wê bibe, anîna dijberî hev a Rejîmê û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê. Bi vê yekê re hem hêzên demokratîk ên Kurd di nav wan de cih digirin, wê lawaz bibin, hem jî rejima Sûriyê wê lawaz bibe. Di atmosfera şerê Ereb-Kurdan de Tirkiye wê hewl bide careke din di siyaseta Sûriyeyê de bi bandor bibe.
Tirkiye niha dixwaze lîstikeke bi vî rengî li Sûriyeyê li dar bixe. Eger pozîsyona xwe ya li Sûriyeyê bihêztir bike difikire ku wê DYA nêzîkî wê bibe. Di rastiyê de Tayyip Erdogan hewl dide Sûriyeyê bikişîne nava kaosa ku di destpêkê de li Sûriyeyê dest pê kir û bi vê rêyê xwe ji rewşa tengav a niha tê de ye, rizgar bike. Ji ber ku ne tenê têkoşîna Kurdan û bipêşketinên li Sûriyeyê Tirkiyeyê bêzar dikin. Erebîstana Siûdî û Misir jî dixwazin desthilatdariya AKP’ê tengav bikin, da ku têk biçe. Tayyip Erdogan bi destpêkirina şerê Kurd-Ereban hem wê Kurdan lawaz bike, hem jî wê bala Ereban bikişînê ser herêmê. Ji ber vê yekê jî polîtîkaya bingehîn a Tirkiyeyê li Sûriye û Iraqê derxistina şerê Kurd-Ereban e. Diyar e ku PDK difikire ku ji şerekî bi vî rengî ew ê sûdê wergire, lewma piştgiriyê dide polîtîkaya AKP’ê.
Lê belê Kurd gihiştina wê asta zanistiyê ku êdî bi van dek û dolaban nexapin. Ereb jî bûne xwedî tecrûbe ya ku pê dikarin bibînin ka armanca Tirkiyeyê çi ye. Ji ber vê yekê jî wê provokasyonên Tayyip Erdogan ên ji bo derxistina şerê Kurd-Ereb encam negirin.
Polîtîkayên Tayyip Erdogan ên derxistina şerê Kurd-Ereban hem ji aliyê gelê Reqa, hem jî yê Şehbayê ve hate bersivandin Meclîsa Reqayê nîşan da ka yekîtiya Ereb-Kurd çiqasî bihêz bûye. Gelê Şehbayê jî bi îlankirina meclîsê re nîşan da ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Çeçen, Suryanî wê li dijî Tirkiyeyê li ber xwe bidin. Avakirina Meclîsa Şehba ya li ser bingehê neteweya demokratîk û bûyina sembola yekîtiya gelan bersiva herî di cîh de ya ji bo provokasyonên Tayyip Erdogan e.
Li Şehbayê Tayyip Erdogan wê eniya berxwedanê ya Ereb, Kurd, Tirkmen, Çeçen û gelên din li dijberî xwe bibîne. Ereb û Kurd wê li dij her cure êrîşê rawestin û yekîtiya demokratîk a Sûriyeyê bihêztir bikin. Li cihekî ku Kurd û Ereb li ber xwe bidin, wê êrîşên faşîzma Tayyip Erdogan-Devlet Bahçeli werin şikandin, şerekî bi vî rengî wê dawiya desthilatdariya Tayyip Erdogan-Devlet Bahçeli bîne.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA