Li deriyê sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Wan Sarayê, ku di dema hilbijartinê de bi tevlîbûna Serokwezîr Ahmet Davûtoglû cara 7. hat vekirin, derket holê ku ji bilî guhertina karmendan tiştek neguherî.
Deriyê sînor ê Kapikoyê, ku li Wanê beriya her hilbijaritnê ji aliyê AKP'yiyan ve hat vekirin, lê heta roja îro bi ti awayî ji bo bazirganiyê nehatiye vekirin, beriya hilbijartinên 1'ê Mijdarê jî bi merasîmeke ku Serokwezîr Davûtoglû û Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Beşîr Atalay lê amade bûn re, cara 7. hat vekirin. Tevî ku derî di meha Cotmehê de careke din hat vekirin, ti guhertin lê çênebû. Deriyê sînor ê Kapikoyê ku berê 12 saetan vekirî bû, niha dîsa 12 saetan vekirî ye. Bi tenê destûr ji derbasbûna rêwiyan re tê dayîn, derbasbûna transît jî tê astengkirin. Deriyê sînor bi roj saet di 16:00 de tê girtin. Balkêş e ku li deriyê sînor lavaboyek jî nîne. Li aliyê Îranê yê deriyê sînor jî ti guhertin çênebûye.
'PÊVAJOYA DADGERIYÊ DEWAM DIKE'
Hevşaredarê DBP'yî yê Sarayê Abdulakdîr Çalişkan ê di hilbijartinên 30'ê Adara 2014'an de dest bi wezîfeyê kir, da xuyakirin ku ji ber Wan bû bajarê mezin diviyabû deriyê sînor radestî wan bihata kirin, lê belê Walîtiya Wanê û Qeymeqamiyê bi lez û bez derî radestî Wezareta Gumrukê kirin û ew li derve hiştin.
Çalikan diyar kir ku ji ber vê helwesta walî û qeymeqam wan serî li dadgeriyê dane û ev pêvajo dewam dike. Çalikan anî ziman ku daxwaza wan a ji bo deriyê sînor ê Kapikoyê ji bazirganiyê re bê vekirin û 24 saetan vekirî be, hatiye redkirin. Çalikan ragihan ku AKP di her hilbijartinê de îdîa dike ku ew deriyê sînor vedike û bi vî rengî gel dixapîne. Çalişkan got, "Kî dixwaze dikare bê rewşa deriyê sînor bibîne. Tiştekî ku hatiye vekirin nîne. Mixabin dixwazin bi tenê gelê me bixapînin."