Li Danîmarkayê konê 'Ji Ocalan re azadî'
Li Danîmarkayê Kurdistaniyan ji bo Ocalan kon vedan. Di çalakiyê de nobeta berxwedanê ya HDP'ê ya li Amedê jî hate slavkirin.
Li Danîmarkayê Kurdistaniyan ji bo Ocalan kon vedan. Di çalakiyê de nobeta berxwedanê ya HDP'ê ya li Amedê jî hate slavkirin.
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon hate danîn.
Endamên Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê diyar kirin ku mîsogeriya aştî û azadiya gelan Ocalan e û ragihandina ku ew ji bo azadiya Ocalan çalakiya kondanînê didin destpêkirin.
Çalakiyê îro saet 12.00’an dest pê kir û heta saet 18.00’an wê bidome. Kon bi dirûşma 'Em bang dikin ku li azadiya xwe û Rêbertiya xwe xwedî derbikevin' dest pê kir û tevahiya rojê gelê Danîmarkayê serdana kon kir.
Çalakgeran belavokên bi mijara tecrîda li ser Ocalan û êrîşên qirker ên li ser Kurdistanê belav kirin.
Her wiha nobeta berxwedanê ya HDP’ê ya li Amedê hate slavkirin û hate xwestin ku her kes xwedî li çalakiyê derbikeve.