Li Danîmarkayê ji bo azadiya Ocalan mîtîng pêk hat
Kurdên li Danîmarkayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Kurdên li Danîmarkayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Li patextexta Danîmarka Kopenhagê, li Kolana Vesterbro Torvê bi dirûşma ‘Em jiyana bê Rêbertî napejirînin’ mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtînga bi pêşengiya Meclîsa jinan a Sêvê ve hatî lidarxistin de, ji berdevkên meclîsê Saîme Demîrê axivî.
'TEKANE KESAYETIYA AŞTIYÊ PÊK BÎNE YE'
Bîlenê anî ziman ku; “Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan vîna gel, daxwaza azadî û demokrasiyê ye. Serok Ocalan yekane kesayetiya ku aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyê pêk bîne ye. Lewre divê di serî de NATO,Yekîtiya Ewropa û nexasim jî CPT peywira dikeve ser wan, pêk bînin.”
Bîlen da zanîn ku; “Em rapora CPT'yê ya piştî dagirkirna Efrînê eşkere kirî napejirînin. Heta Rêbertiya me negihê azadiya xwe, em ê li qadan bin.”