Li Danîmarka û Fransa ji bo Kobanê çalakî
Li Danîmarka û Fransa ji bo Kobanê çalakî
Li Danîmarka û Fransa ji bo Kobanê çalakî
Ji bo der barê êrîşên çeteyên DAIŞ de raya giştî ya cîhanê bêagahdar kirin li Danîmarka greva birçîbûnê li Fransa jî çalakiya ‘Konê berxwedanê yê Kobanê’ hat destpêkirin.
Kurdên li Ewropa, ji bo bala raya giştî ya cîhanê bikişîne ser êrîşên çeteyên DAIŞ û bi armnaca piştgiriya ji gelê Kobanê re çalakiyên xwe didomînin.
Kurdên li Danîmarka ku dest bi greva birçîbûnê kirin, li Fransayê jî ‘Konê berxwedanê yê Kobanê’ hat vedan.
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 4 ROJAN HAT DESTPÊKIRIN
Li bajarê Valby ê Danîmarka li lokala Komeleya Çandê ya Kurd a Danîmarka komeke Kurd û dostên wan dest bi greva birçîbûnê kirine. Greva birçîbûnê ya îro saet 10.00’an destpê kir wê heta 28’ê Îlonê roja Pêncşemê bidome.
Di tevahiya greva birçîbûnê de wê çalakvan balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û Şengalê û wê alîkariyan kom bikin.
Têkildarî greva birçîbûnê li ser navê FEYKUR, Form, PYD, PJAK, Fokus-A, DKAF, Folkets Demokratishke Form, HDP, Kurdocide Watch, Yekîtiya Hunermendên Kurd, Dansk Kurdisk Kvindeforening, Holstebrovenskabs Forening, Hillerod Kurdiske Kultur Forening û Kurdisk Ungdom daxuyaniya hevpar hat dayîn.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistin û hêzên humanîst, aştîxwaz û mafê mirovan hat kirin da ku piştgiriyê bidin Kobanê.
KONÊ BERXWEDANA KOBANÊ HAT VEDAN
Li bajarê Bordeaux ê Kobanê jî ‘Konê berxwedanê yê Kobanê’ hat vedan. Kon li qada Place Pey-Berland ê yek ji cihê herî qelebalix ê bajêr hat vedan. Di kon de alên KCK, PKK, YPG û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Pankartên bi Fransî û Îngîlîzî yên şoreşa Rojava sılav dikin hatin daliqandin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.
Di tevahiya rojê de Kurdên li Bordeaux û derdora wê kon ziyaret kirin.
Di çarçoveya çalakiyê de wê roja Înê bi Walîtiya Herêmê ya Gîronde re hevdîtinek pêk were. Heman rojê bi Biryara Malbatên Kurd li Bordeaux xwendekarên Kurd dibistan boykot bikin. Yekîtiya Malbatên Kurd di çarçoveya boykota dibistanan de wê nameyan bidin dibistanan û bang li malbatan hat kirin da ku bi zarokên xwe re roja Înê werin konê çalakiyê.
Heta roja Şemiyê her roj saet di navbera 11.00-19.00’an de wê çalakî bidomin û roja Şemiyê bi meşekê saet 17.00’an wê bi dawî bibe.