Li Colemêrgê 4 jin hatin binçavkirin
Li taxa Merzan a Jêrîn a Colemêrgê di serdegirtina malekê de 4 jin hatin binçavkirin.
Li taxa Merzan a Jêrîn a Colemêrgê di serdegirtina malekê de 4 jin hatin binçavkirin.
Polîsên taybet ber destê vê sibehê saet di 03:00 de avêtin ser maleke li taxa Merzan a Jêrîn a Colemêrgê. Di dema serdegirtinê de tax bi temamî ji aliyê wesayîtên zirxî û akrepan ve hat dorpêçkirin. Polîsên Tirk di serdegirtinê de ferdên malbatê bi dev li erdê dirêj kirin û destê wan ji pişt ve girê dan. Di serdegirtinê de Cahîde Oner, Hatîce Ateş û 2 jinên navên wan nehat hînbûn, hatin binçavkirin.
4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê. Der barê sedema binçavkirinê de ti agahî nehat bidestxistin.