Li Cizîrê TJA ji bo ‘Xakurkê û Heskîfê’ çalakî kirin

Li Cizîrê li dijî êrîşên dewleta Tirk a li Xakurkê û Heskîfê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de ji bo çareseriyê îşaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dayîn.

Tevgêra Jinên Azad (TJA), li navçeya Cizîr a Şirnexê têkildarî talankirina xwezaya erdnîgariya Kurd, bombekirina çiyayê Xakurkê û têkbirina Heskifê daxuyanî da.

TJA li avahiya HDP'ê ya Navçeya Cizîrê daxuyani dan û xwest talankirin û wêrankirin bi dawî bibe. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmir, nûnerên TJA yên Amed, Êlih, Sêrt, Mêrdîn û gelek bajarên herêmê amade bûn.

Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr, diyar kir ku xwest daxuyaniyê li Deriyê Sînorê Xabûrê yê navçeya Sîlopî bidin û wiha got: “Lê bi biryara Waliyê Şirnexê daxuyaniya me asteng kirin. Gelek endam û aktîvîstên me yên ji deverên cuda hatin tevlî daxuyaniyê bibin li gelek nokteyên cuda hatin astengkirin û hatin rawestdandin. Em TJA wê li dijî van astengiyên keyfî têkoşîna xwe berdewam bikin. Li hemû qadên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi navê ‘Polîtîkayên Ewlehiyê’ di asta komkujiyê de talan dikin. Bi van êrîşan re armanc dikin ku vê erdnîgariya me bê mirov bihêlin. Bi zorê mirovan neçarî koçberiyê dikin. TSK di bin navê operasyona ‘Pençe’ de li dervê sînor gundan bombe dike û sivîlan dikuje. Qadên sivîl bombe dike. Zevî, bax û bostanan dişewitîne. AKP-MHP beriya hilbijartinê bi polîtîkayên êrîşkar dixwaze li ser desthilatê bimîne. Duh li Efrinê îro jî li Başûrê Kurdistanê êrîşan dike. Nasnameya Kurd û Kurdistanî li ku hebe êrîş dike. Em dizanin ku ev êrîş ji hev ne cuda ne. Dîsa li Heskifê warê dîrokî û çandî di bin avê de dihêlin. Heskif Mîrata cîhanê ye. Em dixwazin ev proje bi lez bê betalkirin. Dîsa em dixwazin operasyona li dervê sînor bi lez bi dawî bibe.”

JI BO ÇARESERIYÊ OCALAN MUXATAB BIGIRIN

Îmîr, herî dawî bal kişand ser çareseryê û wiha bi dawî kir: "Pirsgirêka Kurd bi tinekirin û bombekirina erdnîgarîya Kurd, talankirina warên dîrokî çareser nabe. Çareseriya pirsgirêkê bi muxatabgirtina Birêz Abdullah Ocalan çareser dibe. Divê Brêz Abdullah Ocalan muxatab bê girtin. Dîsa 7 xalên bi rêya parêzeran parve kiriye xalên çareserî û aştiyê ye."