Li Cenga Heftanînê strana cengê 

Gerîlaya YJA Star a di Cenga Heftanînê de cihê xwe digire, li ser cengê stranekê qîr dike.

Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar bi stranekî ruhê ku li Heftanînê tê jiyîn, nîşan dide.

Gerîlayên Azadiya Kurdistan weke her carê di nava şer de bi moralê xwe berxwedaniyê dixemlînin. Li hember pîlanên berfereh a dagirkirina Kurdistanê bi çalakiyên xwe derbe li dijmin dixin, berxwedaniyeke destanî ku mirov nikare pênase bike dikin.

Tevî hemû êrîş û zoriyên heyî û şerê taybet tê kirin gerîla bi stran û moral e.

Gerîlaya YJA Star Cûdî Çekdar a di nava berxwedana Cenga Heftanînê de cih digire, bi straneke qîr kir, berxwedana heyî vedibêje.