Li çar bajaran bi dehan kes hatin binçavkirin

Li Edene, Antalya, Mersîn û Çewlikê bi dehan kes ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve hatin binçavkirin.

Rejîma AKP/Qesra Erdogan, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî yên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê didomîne.

EDENE

Li Edeneyê, beriya 15'ê Tebaxê duh danê sibehê di operasyonekê de herî kêm 20 ciwan hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan ciwanên navborî li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê tên hiştin û destûr nayê dayin ku parêzer ciwanan bibînin. Li ser sedema binçavkirinê jî ti agahî nehate dayin.

MERSÎN

Li Mersînê ji duh danê sibehê ve li hemberî hevserok û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan operasyon tên kirin. Ji duh ve 10 kes hatine binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de Hevserokên HDP'ê yên Mersînê Hatîce Şahîn û Mîrza Soylemez jî hene, ku niha li Midûriyet Emniyetê ya Bajêr tên girtin.

Endamên HDP'ê yên hatine binçavkirin ev in: Hevserokên HDP'ê yên Mersînê Hatîce Şahîn û Mîrza Soylemez, Hevseroka Yenîşehîrê Ferîde Merengoz, rêveberê Yenîşehîrê Nûrî Balta, rêveberê Mezîtliyê Rojhat Yildiz, Meryem Bays, Nîmet Bûrak, Lezgîn Ozden, Yakûp Etîş, rêveberê navçeya Toroslarê Îbrahîm Karadag.

ANTALYA

Li Antalyayê polîsên Tirk duh avêtin ser gelek malan û avahiya HDP'ê ya Bajêr. Di serdegirtinê de 24 kes hatin binçavkirin, ku Hevserokên HDP'ê yên Antalyayê Îhsan Nergîz û Songul Sarkli jî di nava wan de hene Binçavkirî li midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên girtin.

Wekî din, rêveberê HDP'ê yê navçeya Kepezê Hogir Gurses li taxa Guneşê bi lêdanê hate binçavkirin. Malbata Gurses ragihand, ku ji duh ve ew agahiyê ji kurê xwe Hogir Gurses nagirin û nizanin niha li ku ye.

Çend ji binçavkiriyan ev in: Aydin Benek, Azad Benek, Mûrat Altûndag, Tarik Altay, parêzer Denîz Yildirim, parêzer Ramazan Gokalp, Habûr Sadak, Şevîn Agaoglû, Harûn Akdag, Mehmet Bîlen, Nîhat Akkaya, Rafiye Akkaya, Sevgî Arslan, Emrah Çetîn, Hogir Gurses.

ÇEWLIK

Rêveberê berê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Navçeya Kanîreşê Zekî Bozan li gundê Cîlîgozu ji aliyê leşkeran ve li mala xwe hate binçavkirin. Bozan birin Qereqola Jendermeyan a Navçeya Kanîreşê.