Li çar bajaran 36 kes hatin girtin
Li çar bajaran 36 kes hatin girtin
Li çar bajaran 36 kes hatin girtin
Li Mêrdîn, Antalya, Sêrt û Erziromê di serdegirtina malan de 36 kesên hatibûn binçavkirin hatin girtin.
MÊRDÎN
Li Mêrdîn û navçeyên piştî çalakiyên protestoyî yên Midûriyeta polîsan bi ser gelek malan de girt û 15 kes hatibûn binçavkirin û hatin girtin.
Li Dêrikê jî 4 kesê hatibûn binçavkirin hatin girtin.
ERZIROM
Li navçeya Xinis a Erziromê di serdegirtina malan de 11 kes hatin binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.
ANTALYA
Li Antalyayê jî ji 13 kesê hatibûn binçavkirin 8 kes sewqî dadgehê kirin û yek jê hate girtin.
IDÎR
Li Îdirê jî aktîvîsta DOKH’ê Saniye Çark, Dîlek Yanardag û Oya Malgaz yên hatibûn binçavkirin piştre hatin berdan.
SÊRT
Li Sêrtê jî Metîn Bark, Alî Çoban û Mîrza Baytekîn bi îdîaya li ser navê rêxistinê sûc kirine hatin girtin.