Li Brukselê dibistan û metro hatin vekirin
Li paytexta Belçîka Brukselê piştî 4 rojan seferên metroyan destpê kirin û dibistanên ji roja Duşemê ve girtîbûn hatin vekirin.

Lê belê li Brukselê alarma asta herî jor a terorê didome. Leşker û polîs li kolanên Brukselê dewriye digerin.
Li Brukselê ji roja Înê ve ji ber îxtîmala êrîşeke mîna ya Parîsê, tedbîrên awarte yên ewlekariyê hatin girtin. Li bajêr ku metro naxebitin, ji gel hat xwestin ku neçin deverên weke konser, restaurant û sînemayan.
Wezîrê Karên Derve yê Belçîka Dîdîer Reynders diyar kir ku, li ser îxtîmala êrîş pêk bê herî kêm li 10 gumanbaran digerin.