Li Bruksel çalakiya Kobanê

Li Bruksel çalakiya Kobanê

Kurdistaniyên li ser banga KCD-E hatin gel hev li ber Parlamentoya Ewropa di roja duyemîn de çalakiya xwe domandin. Çalakvanên li Place Luxembourg hatin cem hev bi dirûşmaya, "Kobanê Kurdistan e" peyama ku li gel Kobanê ne dan.

Kurdistaniyên li yek ji paytexta Brukselê ya Yekîtiya Ewropa hatin gel hev berxwedana Kobanê silav kirin.

Di axaftina li ser navê KCD-E de hat ragihanddin ku pêwîst e Kurd bi berxwedana Kobanê re bibin yek.

Di çalakiya ku ev 2 roj in didome, têkildarî êrîşên li dijî Kobanê dosyayek radestî Komîsyon û Konseya Yekîtiya Ewropa û Parlamentoya Ewropa hat kirin.