Li Brîghtonê Komeleya Kurdan kongreya xwe pêk anî
Li Brîghtonê Komeleya Kurdan kongreya xwe pêk anî
Li Brîghtonê Komeleya Kurdan kongreya xwe pêk anî
Li bajarê Brîghton a Îngîlîstanê, Komeleya Kurd (Kurdish Communîty) ku du sal barê hate avakirin, duyemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Rêveberiya nû ji 9 kesan pêk tê.
Kurdên di bin bana Kurdish Communîty de xebatên xwe dimeşînin 2’emîn Kongreya xwe ya Asayî pêk anîn. Ji Federasyona Kurd a Îngîlîstanê Turkan Budak, Bulent Ekîncî û Dogan Genç tevli kongreyê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê, Dogan Genç geşedanên siyasî yên dawî yên li Kurdistanê nrixand. Dogan destnîşan kir ku di Newroza Dîrokî ya Amedê de Birêz Ocalan bang kir û bi banga Ocalan re demek nû dest pê kiriye û got ev dem ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn ku xitimandina ji holê rabike, derfeteke gelek mezine. Dogan da zanîn ku ew wek saziyên Ewropa û Îngîlîstanê li pişt vê bangê ne û dê şopdarên vê pêvajoyê bin.
Dogan bang li hemû Kurdan û diserî jî li ciwanên kurd yên Îngîlîstanê kir ku di saziyan de cihê xwe bigirin. Serokê Komeleyê Musa Îlter jî rapora faliyetên komeleyê xwend. Her wiha hemû endamên komeleyê mafê axaftinê girtin û rexne û xwerexnedayîna xwe kirin.
Piştî axaftinan 14 kesî ji bo rêveberiyê serlêdan kir. Di deng dayînê de 9 kes hatin hilbijartin. Ji Başûrê Kurdistanê kesekî û her wiha du jinan jî di rêveberiyê de cih girt.