Li Bremenê panel: Gel ew ê biçe ser sindoqan!

Li Bremenê panel hate lidarxistin û peyam hate dayîn ku divê li hemberî feraseta AKP-MHP’ê piştgiriya HDP’ê were kirin. Hasîp Kaplan di panelê de axivî û diyar kir ku ew ê biryara veguheztina sindoqan pûç bikin.

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de panel hate lidarxistin. Parlementerê berê yê HDP’ê Hasîp Kaplan, Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret û Hevşaredarê Xinisê Hasan Basrî Firat tevlî panelê bûn.

Beriya panelê Kaplan û heyeta pê re, çûn serdana Cemxaneya Bremenê bi rêveber û endamên wê re sohbet kirin. Heyet piştre tevlî kongreya eyaletê ya Partiya Çepgir bûn.

KAPLAN: EW Ê GEL BIÇE SER SINDOQAN

Kaplan piştre tevlî panelê bû ya ku nêzî 700 kes beşdar bûbû.

Kaplan diyar kir ku dewleta dixwaze berê gel dibe tifaqên rastgir ên ku yek jê feraseta wê û DAÎŞ’ê wekî hev e. Kaplan bal kişand ser vî tiştî ku ew ê biryara veguheztina sindoqan pûç bikin û ew ê gel bibin ser sindoqan.

Kaplan nerazîbûn nîşanî betalkirina namzetan da û diyar kir ku ew ê gel li ser sindoqan bersiva vî tiştî jî bide.

ÎMRET: EM Ê GELEKÎ BIXEBITIN Û BENDÊ DERBAS BIKIN

Îmret jî bal kişand ser polîtîkayên hilweşandinê yên Erdogan ên li Kurdistanê û polîtîkayên qirkirina siyasî yên Erdogan bi bîr xist.

Îmret got ku, “Ji bo ku em pêşiya hemû dek û dolaban bigirin, em ê bixebitin û em ê bendê derbas bikin.”

Îmret bal kişand ser vî tiştî ku di nav HDP’ê de hemû bawerî û gel bi hev re dikarin bijîn û got, “Kesên bawermend divê vî tiştî baş ji hev re rave bikin.”