Li Bordeauxê 1000 kes di çalakiya rûniştinê de ne
Li Bordeauxê 1000 kes di çalakiya rûniştinê de ne
Li Bordeauxê 1000 kes di çalakiya rûniştinê de ne
Hezar kesên ku tevlî meşa bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê, li bajarê Franse Bordeauxê, li Place de la Victoire dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Piştî çalakiya konvedanê ya ku 4 roj bûn li bajarê Bordeauxê yê Franseyê berdewam dikir, îro danê êvarê meşek hate lidarxistin. Piştî meşa bi beşdariya derdora hezar kesî pêk hat, li Place de la Victoireyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de dirûşimên piştgiriya bi berxwedena Kobanê re hatin gotin û êrîşên çeteyên DAIŞê hatin şermezarkirin. Her wiha peyama bi awayê “Ger Kobanê li ber çavên her kesî bê dagirkirin, em jî dê her derê dagir bikin” hate dayin.