Li Bordeaux û Toronto ji bo Kobanê çalakî
Li Bordeaux û Toronto ji bo Kobanê çalakî
Li Bordeaux û Toronto ji bo Kobanê çalakî
Li bajarên Bordeaux ê Fransa û li bajarê Toronto yê Kanada Kurdistanî ji Kobanê di nav çalakiyan de ne.
Li bajarê Bordeaux ê Fransa çalakiya konê berxwedanê yê ji 24’ê Îlonê ve hatiye vedan di roja sêyemîn de didome.
Di çalakiya ku her roj saet di navbera 11:00 19:00’an de tê kirin der barê pêşveçûnên Kobanê de raya giştî tê agahdarkirin. Di çalakiyê de heta niha bi hezaran belavok hatin belavkirin. Çalakiya kon a raya giştî ya Fransa jî eleqeyeke zêde nîşan dide, wê sibe ji saet 17.00’an ve bi awayekî cuda bê dewamkirin.
ZAROKÊN KURD DIBISTAN BOYKOT KIRIN
Di wê navberê bi armanca balê bikişînîn ser êrîşên çeteyên DAIŞ zarokên Kurd dibistan boykot kirin. Çalakiya zarokan a nameyên hatibûn amadekirin ku zarokan radestî rêveberiya dibistanê kir bandorek mezin çêkir.
Gelek mamosteyan nameya ku pêşveçûnên Kobanê têde hatine nivîsandin di dibistanan de xwendin. Hat ragihandin ku wê beşdariyeke mezin ji meşa sibe re çêbibe.
Li gel vê Kurdistaniyên bi Walîtiya Boreaux re hevdîtinek pêk anîn banga hestyariyê kirin.
TORONTO
Li bajarê Toronto yê Kanada jî Komeleya Kurd, ji bo li dijî çeteyên DAIŞ raya giştî hişyar bikin li ber Konsolosxaneya Kanada çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Girseyê bi pankartên, “DAIŞ heqaretê li mirovatiyê dike”, “Ji Kurdistanê azadî”, “DAIŞ zarokan qetil dike”, “Raya giştî ya navneteweyî rabe ser piyan”, “Li Kurdistanê krîza mirovatiyê heye lê ne di xema cîhanê de ye” hilgirtin, êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kirin.