Li Bonnê ji bo koçberên Efrînê şeva piştgiriyê hate lidarxistin

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê bi beşdarbûna hunermend û gelek kesan ji bo koçberên Efrînê şeva piştgiriyê hate lidarxsitin.

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê ji bo koçberên Efrînê yên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Şehbayê dimînin şeva piştgiriyê hate lidarxsitin. Gelek hunermend û kes beşdarî şeva piştgiriyê bûn.

Çalakî li Dûîsdorf Sporthale ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Bonn, Troîsdorf, Eeûskîrschen, Meckenheîm û Koma Berxwedan ve hate organîzekirin.

‘MALA ME TALAN KIRIN; TIŞTÊN ME WEKE ALIKARIYÊ DIDIN ME’

Piştî axaftina destpêkê dayika şehîdeke Efrînê axivî û wiha got; “Dagirkirina Efrînê tûfanek bû, bi ser me de hat û axa me, zeytûnên me, hemû milkê me xesp kirin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Efrîn wê ji wan re namîne. Em ê axa xwe, mala xwe, zeytûnên xwe ji wan bistînin. Hatine li mala me rûniştine, talan kirine û piştre tiştên li mala me tiştan wekî alîkarî didin me. Me tu caran pariyek nanê wan jî qebûl nekir û me ji wan re got; ‘Dewleta Tirk hûn dagirker in, ji axa me welatê me derbikevin’. Me ji bo azadiyê şehîd dan. Rêbertiya me di girtîgehê de ye. Keda me dayî wê tu demî vala neçe. Em ê bi teqez ser bikevin, bi teqez wê Efrîn rizgar bibe.”

Di çalakiyê de Mûsa Mûsa yê ku ji Şehbayê hatibû, têkildarî rewşa koçberan agahî da û got pêdiviya piştgirîdayînê heye.

Di beşa muzikê de Ozan Seyîtxan, Sîpan Xelat, Xelîl Xemgîn, Ozan Sosin, Ozan Şemdîn û Peywan Arjîn derketin ser dikê.

‘HILBIJÊRN DERVEYÎ WELAT BI TEQEZ DIVÊ DENGÊ XWE BIDIN’

Li ser navê NAV-DEM’ê axaftin hate kirin û bal hat kişandin li ser dijminahiya dewleta Tirk a li her cihê cîhanê dijî Kurdan.

Di axaftinan de hate gotin ku divê hilbijêren li derveyî welat bi teqez dengê xwe bidin.

Li ser navê PYD-Bonn’ê axaftin hate kirin û banga piştgirîdayîna bi gelê Efrînê re hate kirin.

Şeva piştgiriyê bi Koma Rojava ku derketî ser dikê re bi dawî bû