Li Berlînê çalakiyên li dijî tecrîdê

Jin û ciwanên Kurd li paytexta Elmanya Berlînê, li dijî tecrîda li ser Ocalan çalakiyan lidar dixin. Ciwan wê îro jî bimeşin.

Ciwanên Kurd ên li paytexta Elmanya Berlînê xwe bi navê "Ciwanên Apoyî" bi rêxistin kirine, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan şermezar dikin.

Ciwanan duh pankart li ser pir û qadeke qelebalix daliqandin û bal kişandin ser tecrîdê.

BANGA LI CIWANAN

Li lokala NAV-DEM'ê ya Berlînê, jin ên ciwan ên Meclîsa Jinê ya DESTDAN çalakiyek bi heman armancê lidar xistin. Zelal Varto li vir axivî û got, "Em jinên Kurd, tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li ser Rêberê xwe protesto dikin. Rêberê me ji bo jiyaneke azad bide me xwe feda dike. Em ê jî wî di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê de nehêlin. Bi taybetî jin û ciwan, wê ji niha û pê ve di her kêliyê de ji bo azadiya Rêbertî têkoşînê geş bikin. Em bang li hemû jin û ciwanan dikin ku tevlî çalakiyan bibin."

Ciwanan li ber stranên Hozan Aydin, Bengî Agirî, Mûstafa Ruha û komên muzîkê yên ciwanan govend gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan.

ÎRO JÎ MEŞ HEYE

Ciwan wê îro jî saet 17'an ji Bahn Wîttenberg Platzê heta Adaneaûr Platzê bi şiyara "Rêberê azad, Kurdistana azad" bimeşin.