Li ber Leopardê protestoya Efrînê

Li ber fîrmaya ku motorê Leopard a Elman hildiberîne êrîşên dagirker ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.

Almanya’ nın Bodensee bölgesinin Friedrichshafen kentinde, 'Keine Waffen von Bodensee' (Bodensee'de Silahlara Hayır Derneği), Die Linke ve Mesopotamisches Kultur Zentrum'un ortak düzenlediği bir miting yapıldı.

Li herêma Bodensee ya Elmanya li bajarê Frîedrîchshafenê Komeleya Ji Çekan re Na ('Keine Waffen von Bodensee’), Dîe Lînk û Mesopotamisches Kultur Zentrumê bi hev re mîtîngek çêkirin.

Piştî ku tanzerên Elman Leopard ji hêla dewleta Tirk ve hatin bikaranîn û li Efrînê sivîl pê hatin kuştin çalakî hate organîzekirin û li ber fîrmaya ku motorên tanzerên Leopard MTU GmbH hildiberîne çalakî hate kirin.

Di çalakiyê de pankarta ‘Ji şerê Efrînê re na’, ‘çi karê tanzeran li herêma Kurdan heye’, ‘nebe hevkarê komkujiya sivîlan a li dijî Kurdan’ hate vekirin. Di çalakiyê de Elman jî pêwendiyeke zêde nîşan dan.

PROF. GRAOFTTÎAN: EM LI DIJÎ ŞERÊ DIJÎ KURDAN IN

Zanyarê Siyasetê Prof. Dr. Peter Grottîan ku tevlî çalakiya li Berlînê bû got, ‘’Ji Kuştina Kurdan re na. Bi kuştina Kurdan em naxwazin bibin hevkarê sûcê mirovahiyê. Serokwezîr Merkel çima li dij dernakeve ku çekan difiroşin herêmên krîtîk? Em heta dawiye li dijî şerê Efrînê yê dijî Kurdan in. Ji bo vê jî bila fîrmaya MTU tanzeran nefiroşe Tirkiyê. Bila MTU were girtin. Em bigirin da ku polîtîkaya me ya ku destekê dide şer bi dawî bibe.’’

HAYD: NEBIN HEVKARÊ VÎ SÛCÎ

Ji Dîe Lînkeyê Cludîa Hay jî di axaftina xwe de got: ‘’Heta dawiyê em li cem gelê Kurd in ku li Efrînê li ber xwe didin. Ji bo vê jî çekan nefiroşin Tirkiyê. Ez bang li rayedarên MTU’yê dikin. Ez bang li xwîşk û birayên xwe yên karker dikim ku li vir dixebitin. Bi motorên tanzerên ku hûn hildibrînin mirov têne kuştin, nebin hevkarê vî sûcî. Em ji polîtîkaya birêz Merkel re dibêjin, Na. Ji firotina çekan re NA!. Bodensee bila nebe bihûşta çekan.’’