Li Belçîka û Elmanyayê xebatên hilbijartinê

Li Belçîka û Elmanyayê xebatên hilbijartinê yên ji bo HDP’ê didomin.

Li Belçîkayê Koordînasyona Hilbijartinê ya ku biryar dabû di 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bide HDP’ê, bi bernameyeke têr û tije dest bi xebatan kir.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Belçîkayê roja Yekşemê li Lîegeyê bi civatên Êzidî û Elewiyan re civiya û li Vervîers, Bruksel û Charleroiyê jî di taştê de bi komeleyên Elewiyan re civiya. Di van civînan de hate diyarkirin ku li hemberî dîktatoriya AKP û MHP’ê, temînata gelan HDP  ye.

AYDAR: RÊYA JIYANA AZAD HILWEŞANDINA AKP’Ê YE

Endamê Konseya Rêvebir ê KCK’ê Zubeyîr Aydar di van civînan de axivî û diyar kir ku ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn karibin jiyaneke azad ava bikin divê desthilatdariya AKP’ê were hilweşandin.

Li Komeleyên Elewiyan jî nirxandin hate kirin û hate rexnekirin ku tifaqa CHP’ê jî li ber Tirkiyeyê ne alternatîf e.

Koordînasyona Belçîkayê ji bo ku kesên 18 salên xwe tije kirine, karibin dengê xwe bidin ew ê xebatên xwe geştir bike. Di heman demê de ji bo muşahîdên li Belçîkayê û ji bo avakirina heyetên çavdêr ên ji bo hilbijartina li Tirkiyeyê xebat hatin destpêkirin. Koordînasyonê bang li rojnamegerên li Belçîkayê kir ku bila bi Selahattîn Demîrtaş re roportajan bikin.

Koordînasyon ew ê di demên pêş de bi gelên Ermen, Keldan, Asûr û Siryan re jî bicive û di 20’ê Gulanê de ew ê şahiyeke gel li dar bixe.

MUNSTER

Li bajarê Munsterê yê Elmanyayê jî bi tevlêbûna Parlementera HDP’ê ya Wanê Tûgba Hezer ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê amadekarî hatin kirin. Hazer bang li her kesî kir ku li hemberî dîktatoriya AKP û MHP’ê bila her kes dengê xwe bidin HDP’ê. Hezer diyar kir ku, her kes parlementerek e û her kes çapemenî ye û divê bi vê berpirsyariyê xebat werin kirin.