Li Bavyerayê ji bo Ocalan tûra bisikletê

Li Bavyerayê ji bo azadiya Ocalan tûra bisikletê hate destpêkirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji îro û pê ve li eyaleta Bavyerayê ya Elmanyayê ciwanan tûra bisikletê ya 180 kîlometreyan a ji bo çar rojan dan destpêkirin.

Wê çalakî ji bajarê Nurnbergê were destpêkirin ji wir jî biçe Weîbenbûrg, Ingolstadt, Ûnterschleîbheîm û Munîhê.

Çalakî îro li Nurnbergê bi rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê NAV-DEM û dostên Elmanyayê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hate gotin: “Em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em dixwazin deriyê Îmraliyê were vekirin.”

Piştî axaftinan dest bi çalakiyê tûra bisikletê hate kirin.