Li Başûrê Kurdistan û Iraqê gel diçe ser sindoqan

Li Başûrê Kurdistan û Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê gel saet 07:00’an ve diçin ser sindoqan. Ji bo hilbijartinê li tevayî Iraqê li 8 hezar 959 navend û 55 hezar 232 bendan 24 mîlyon û 349 hezar 357 hilbijêr deng didin.

Serokê Koalîsyona Dewleta Qanûn û Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El Malikî li Bexdayê dengê da û wiha got; “Hewldanên zêdekirina zextan li ser hilbijêran heye û ez bang dikim ku komîsyon mudaxele bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li Hewlêrê dengê xwe da.

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûri ji  bo  ku gel di rewşa aramiyê de dengê xwe bide bang li komîsyona hilbijartinê kir ku bê alî bin û erka xwe pêk bînin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbat Talabanî li dibistana Rewşen Bedirxan a li Silêmaniyê dengê xwe da û wiha got; “Îro rojeke dîrokî ye. Ez bi hêvîme ku gelê Herêma Kurdistanê biçe ser sinoqan û dengê xwe bide. Kerkuk cihekî gelek girîng e, divê hemû kes beşdarî hilbijartinê bibe.”

WALÎ OSMAN: JI BO HÊZA KURDAN GELEK GIRÎNG E

Waliyê Helepçe Elî Osman got hilbijartina îro ji bo hêza Kurdan a li Parlamentoya Iraqê gelek girîng e û banga dengdayînê li hemwelatiyan kir.

ŞENGAL

Polîsê Iraqê  şopandina hilbijartinê ji aliyê rojnamevanan ve li herêma Êzidxanê asteng dike.

DIHOK

Diyar bu li Dihokê Êzidiyên ku li kampan dijîn ji aliyê hinek partiyan ve gef li wan tê xwarin. Alîgirên partiyan zextê li Êzidiyan dikin û dibêjin ger hûn dengê xwe nedin partiya me em ê we ji kampan derxînin.

DAIŞ’Ê ÊRÎŞ KIR

Li aliyê din çeteyên DAIŞ’ê navendên hilbijartinê ya li  Gûlale û Cebare bi hawanan topbaran kir. Di êrîşa çeteyan de 3 kes birîndar bûn.

WÊ SAET DI 18:00’AN DE BIQEDE

Desteya Bilind a Hilbijartina Iraqê ragihand ku wê dengdayîn saet 18:00’an de biqede û piştî 48 saetan encamên hilbijartinê werin eşkerekirin.