Li baregeha Leşkerî ya Şirnexê teqîn: Herî kêm leşkerek miriye
Di encama teqîna li baregeha leşkerî ya li Girê Soro yê Şirnexê pêk hat de, herî kêm leşkerek mir, 1 jî birîndar bûye.
Di encama teqîna li baregeha leşkerî ya li Girê Soro yê Şirnexê pêk hat de, herî kêm leşkerek mir, 1 jî birîndar bûye.
Çapemeniya Tirk, ragihand ku teqîn di encama mayînê ya berê hatiye bicihkirin de, pêk hatiye. Di teqîna dema operasyona leşkerî ya li Herêma Girê Sor û derdorî wê pêk hatî de, herî kêm leşkerek miriye, leşkerek jî birîndar bûye.
Têkildarî operasyonê agahiyên berfireh nehatin parvekirin. Ji ber ku çapemaniya Tirk di bin kontrola desthilata AKP’ê de ye, ji bo wê dibe ku encam hê cudatir be. HPG’ê têkildarî mijarê hê ti daxuyanî nedaye.