Li balafirgeha Dusseldorfê çalakî
Li balafirgeha Dusseldorfê çalakî
Li balafirgeha Dusseldorfê çalakî
Nêzî 50 endamên Ciwanên Azad, MLKP û Partîzan, bi armanca bêdengiya raya giştî ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê şermezar bikin û xwedî li berxwedana Kobanê derbikevin, li balafirgeha Dusseldorfê çalakî li dar xistin.
Ciwanên Kurd ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê ya li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li her derê çalakî li dar dixin.
Ciwanên Kurd li balafirgeha Navneteweyî ya Dusseldorfê çalakî li dar dixin. Girseya ku îro li Dusseldorfê çalakî pêk anî ber bi balafirgehê ve tên. Polîsan ketin û derketina balafirgehê girtin û Kurdistanî ber bi balafirgehê ve diherikin.