Li asta navneteweyî nerazîbûna li dijî zextên li ser HDP'ê
Li dijî doza girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû, li asta navneteweyî nerazîbûn dewam dikin.
Li dijî doza girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû, li asta navneteweyî nerazîbûn dewam dikin.
Ji Hevraportorên Tirkiyeyê yên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), ji Belçîka, Malezya û Spanyayê daxuyanî hatin dayin û hewldanên li dijî HDP'ê weke "darbeya li demokrasiyê" hate pênasekirin.
Hevraportorên Tirkiyeyê yên MPKE'yê Thomas Hammarberg (Swêd) û John Howell (Qraliyeta Yekbûyî) diyar kirin ku betalkirina wekîltiya Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû darbeyeke ku li dijî mafê parlamenteriyê yê Tirkiyeyê û ev darbe timî dubare dibe.
Hevraportoran hewldana ji bo girtina HDP'ê jî weke gaveke din a bi fikar û guman pênase kir ku zextên li ser muxalefeta siyasî û sivîl a li Tirkiyeyê zêde dike.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi muxalefeteke karîger heye û bang kir ku lıderê berê yê HDP'ê Demîrtaş û karsaz Kavala bên berdan, hurmet ji mafên bingehîn re bê dayin.
Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) jî bi daxuyaniyekê ragihand ku hikumeta Tirk a bi serkêşiya Erdogan ji bo qedexekirina HDP'ê ketiye nava liv û tevgerê û got, "Bi navê EFA'yê em piştgiriyeke xurt didin HDP'ê û dibêjin ku bi biryardarî li gel HDP'ê ne."
Koalîsyona Siyasî ya Navarre û Welatê Baskê yê Spanyayê EH Bîldû hewldana ji bo girtina HDP'ê û betalkirina wekîltiya Omer Farûk Gergerlîoglû şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hae gotin, "EH Bîldû wê timî karên siyasî yên HDP'ê û mafên gelê Kurd biparêze û binpêkirina mafên mirovan a li Tirkiyeyê timî şermezar bike."
Partiya Sosyalîst a Malezyayê doza li dijî HDP'ê şermezar kir û diyar kir ku kiryaên li dijî HDP'ê qanûnan e, demokratîk nîne û binpêkirina mafên sivîl û siyasî ye.
Di daxuyaniyê de bang li rayedarên Tirk hate kirin ku doza girtinê û zextên li ser HDP'ê bi dawî bikin û nûnerên HDP'ê berdin. Her wiha piştgirî ji HDP'ê re hate dayin.
Parlamenterê Partiya Ekolojîst a Belçîkayê Ecolo Samûel Cogolotî anî ziman ku kiryarên bi vî rengî derbeke mezin li demokrasiyê dixe û nabe ku ew li hemberî vê yekê bêdeng bimînin.