Li Artûklû û Cizîrê 15 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Artûklû ya Mêrdin û navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan ji roja Pêncşemê ve avêtin ser malan, erkdarên sindoqan ên HDP’yî jî di nav de 15 kes destgîrkirin.

Li Artûklûyê serdegirtina malan roja Pêncşemê destpê kir. Li vê navçeyê hejmara kesên hatine destgîrkirin bû 13. Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Hamîde Coltû jî di nav de erkdarên sindoqan yên hilbijartinên 24’ê Hezîranê Erkan Acar, Şeyhmûş Keleş, Şerîfe Kayro, Nezîhe Acar û Mûrat Yildirim hatin destgîrkirin.

Kesên hatine destgîrkirin birin Mêrdinê û bi parêzerên xwe re civiyan. Li gorî agahiyên hatine bidestixstin kesên hatine destgirîkirin bi hinceta ku di sala 2015’an de beşdarî civîna Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) bûyine û bi sûcê ‘endamê rexistinê’ ne hatine destgîrkirin.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî di encama serdegirtina malan de 2 kes hatin destgîrkirin. Polîsan avêtin ser mala Abdullah û Haci Ozdal ku 2015'an polîsan ew kuştibûn.Polîsên Tirk bi 6 wesayitên zirxî avêtin ser malê, birayên Hacî û Abdullah; Hamza Ozdal (20) û Alî Ozdal (21) desteser kirin. Hate ragihandin ku di dema serdegirtinê de polîsan alavên li malê belav kirin û bi derbê herdu ciwan destgîrkirin.