Li Antalyayê 7 kes hatin girtin
Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Antalyayê Songul Şarki û Îhsan Nêrgiz û 5 kesên din ku şandin dadgehê hatin girtin.
Hevserokên HDP'ê yên Bajarê Antalyayê Songul Şarki û Îhsan Nêrgiz û 5 kesên din ku şandin dadgehê hatin girtin.
Li Antalyayê, 12’ê Tebaxê, polîsên Tirk bi ser malan de girtibûn û 11 kes binçav kiribûn. Kesên ku hatibûn binçavkirin şandin dadgehê.
Piştî îfadeyên wan ên dozgeriyê Hevserokên HDP’ê yên Antalyayê Songul Şarki û Îhsan Nêrgiz, Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Nîhat Akaya, Serokê Şûbeya Antalyayê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD), ku bi BHQ’ê hatibû gritin Deniz Yildirim, parêzer Ramazan Gokalp û rêvebrên HDP’ê Adnan Ozkaçmaz, Emrah Çetîn, Habur Sadak, Rafiye Akaya, Sevgî Aslan, Rojîn Kaya, bin hinceta ‘endamê rêxistinê ne’ bi daxwaza girtinê şandin dadgehê.
4 ji wan bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Şarki, Nêrgiz, Yildirim, Çetîn, Akaya, Ozkaçmaz û Aslan bi heman îdîayê hatin girtin.