Li Antalyayê 6 kes hatin binçavkirin

Li Antalyayê 6 kes hatin binçavkirin

Li Antalyayê di serdegirtina malan de 6 endamên SDP’ê bi hinceta ku tevlî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê bûne hatin binçavkirin.

6 endamên Partiya Dmeokrasî ya Sosyalîst bi hinceta ku tevlî çalakiyên piştgiriya ji bo Kobanê bûne di serdegirtina malan ê vê sibehê de hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku li hinek malên SDP’iyan polîs lêgerînê dikin.

Kesên hatine binçavkirin wiha ne; endamên SDP PM Hasan Ozseçen û Zafer Aldemîr, endamên lijneya Rêveberiya SDP a Antalyayê Murat Pîrcan Yaratan, Huseyîn Yildirim, Alî Çalişkan û Sadî Murat Turkmenoglu.