Li Amedê Nobeta Demokrasiyê: Navê vî tiştî dîktarorî ye!

Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 42’an de domiya.

Wezîrê Karên Hundir di 19'e Tebaxê de qeyûm tayinî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kir. Li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên Nobeta Demokrasiyê berdewam dikin. Rêxistina HDP'ê di roja 42'an de li Wan, Amed û Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê li dar dixe. Li Amedê jî di pêşengiya Rêxistina HDP'ê de li Kolana Lîseyê Nobeta Demokrasiyê di roja 42’an de berdewam kir. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amede Selçûk Mizrakli, Hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevik, Serokê Giştî yê Partiya Kurdistana Komunist (KKP) Sînan Çîftyurek, Parlamenterên HDP’ê Endamên Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê Hakki Zariç, Ayşe Hur, Hicrî Îzgoren, Erdogan Aydin û gelek nûnerên saziyên sivîl tev li çalakiyê bûn.

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi pankarta “Qeyûm dike kole, berxwedan jî azad dike" meşiyan qada çalakiyê. Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen, diyar kir ku wan li dijî tayînkirina qeyûman kampanya îmzeyan daye destpêkirin û wiha got: "Kampanya îmzeyan wê heta 20'ê Cotmehê bidome. Divê hemû kesên li dijî qeyûm piştgiriyê bidin vê kampanyayê.”

Endamê Hereketa Azadî Abdullah Bozkuş jî helwesta AKP'ê ya li dijî referanduma Serxwebûna Kurdistana Bakur rexne kir û got: "AKP li dijî encama referanduma Başûr derketiye. Her bêstatu rengekî qeyûmê ye. Di sedsala 21’an de divê êdî gelê Kurd xwedî statuyek bin. Em ê qet nebin kole û em koletiyê qebûl nakin.

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku tayînkirina qeyûman tê wateya dîktatoriyê û wiha got: "Tayînkirina qeyûm di qada siyasetê de tê wateya girtina bajarekî. Bi hemû derew û hîleyan rojevê aloz û şolî dikin. Dixwazin berxwedan û xwedîderketina gel a şaredariyan veşêrin. Lê bi ser neketin. Bila neyê jibîrkirin ku heta niha gelê Kurd ev zordestî qebûl nekiriye û ji niha û şûnde jî qebûl nake. Çand û zimanê Kurd hêj tehamul nakin û qedexe dikin. Dixwazin nasnameya bajar biguherînin."

Piştî rûniştina demekê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî kirin.