Li Amedê karwanê HDP’ê li bajêr geriya

Li Amedê bi beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, konvoya HDP’ê ku ji  sedan wesayîtan pêk dihat li bajêr geriya.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji ber barana zêde mîtînga fînalê ya li Qada Îstasyona Amedê betal kir. Piştî betalkirina mîtîngê HDP’ê bi beşdarbûna Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî li bajêr bi sedan wesayîtan geriyan.

Hevserokê HDP’ê Seazî Temellî, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, namzetên hevşaredariyê yên Bajarê Mezin û navçeyan beşdarî tûra hilbijartinê bûn. Konvoya HDP’ê ku ji sedan wesayîtan pêk dihat li kolan û cadeyên bajêr geriya.

Hevserokê HDP’ê Seazî Temellî û namzetên HDP’ê di tûra hilbijartinê de gel silav kir.