Li Amedê di giştîkirina eraziyê de fiyasko
Li Amedê di giştîkirina eraziyê de fiyasko
Li Amedê di giştîkirina eraziyê de fiyasko
Di pêkanîna ‘giştîkirina’ eraziyan a ji aliyê Wezareta Xurek, Çandinî û Sewalkariyê ve ket meriyetê, tê plankirin ku zeviyên parçe parçe bikin yek. Li Amedê di pêkanînên giştîkirinê de keya û xwediyên zeviyan parçeyên zeviyên ku dixwazin li gorî xwe dinirxînin. Di eraziyên muşterek de para zêde û soza eraziyên baştir tê dayîn û ji bo jinên xwedî par jî eraziyên nebaş tên dayîn.
Ji bo şîrketên biyanî ku ji bo pîvana giştîkirinê îhale danê, ji bo her navçeyê bi mîlyonan pere tên dayîn. Şîrket, beyî li şîrketan pîvanan bikin li ser kaxizê pêkanînê dikin jiyanê. Tê gotin ku di fermiyetê de ji sedî 80 giştîkirin temam bûye, di rastiyê de jî ev rêje ji sedî 20 e.
Amed ku li Tirkiyeyê di aliyê mezinahiya qada çandiniyê de di rêza 8’emîn de ye û 538 hezar hektar erazî yên avî ne, ji sedî 89’ê vê ji bo çandiniya genim, ceh, nîsk tê bikaranîn û yê din jî ji bo sebze û fêkî tê bikaranîn.
Pêkanînana ‘Giştîkirinê’ ya ku hikûmeta AKP’ê xist meriyetê û parçeyên biçûk yên belav bûne, xera bûne dikin yek û bikaranîna wan ji nû ve tê kirin, li Amedê têk çû.
Ji bo şîrketa ku bo giştîkirinê îhale girtiye, her meh bi mîlyonan pere tê dayîn. Şîrketa ku îhale girtiye, divê gund bi gund , mezra bi mezra bigeriya û eraziyên belav bikira yek, neçûne bi sedan gundî.
YÊN KU ERAZIYA WAN LI GUND HEYE JI PÊKANÎNÊ AGAHIYA WAN NÎNE
Cotkar ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku keyayên gund û xwediyên axên mezin bi teknîsyenên şîrketê re li gorî xwe li ser kaxizê eraziyan dikin yek û parve dikin û gelek kesî piştî ev fêr bûne serî li rêyên qanûnî dane.
Cotkaran diyar kir ku bi taybet di eraziyên parkirî pêkanîna giştîkirinê de, xwediyên parê yên li gund najîn, bêyî agahiya wan pê hebe, pêkanîna giştîkirinê kirine û wiha gotin: “Di qanûnê de tê gotin ku dema pêkanîna giştîkirinê pêk tê divê agahî ji bo xwediyê zeviyan bê dayîn û erêkirina wan bigirin. Li cihên keyayan nivîs hatiye daliqandin û weke ku agahiya xwediyê zeviyan pê heye, tê qebûlkirin. Divê 15 rojan kaxiza ku giştîkirin çawa pêk tê, zevî çawa tên parkirin daliqî bimîne. Li hinek gundan keya vê nadaliqînin. An jî agahiya kesên li gund najîn pê tune.”
NAVÊ WÊ GIŞTÎKIRINE LÊ..
M.A diyar kir ku li Bismilê 340 donim erd ji bapîrê wî maye û ji ber ku bi xizmên wî re xisûmeta wan heye nikarin biçin gund û her sal erdê xwe didin kirê. M.A wiha got: “Bi pêkanîna giştîkirinê hat gotin ku parçeyek kirine 3 parçe. Ev li gorî gotinên xwediyên zeviyên mezin û keyayan hatiye kirin. Teknîsyenên pêkanînê jî li gorî vê kirine û erdnîgariya nû derketine. Qanûn dibêje giştîkirin lê eraziya min li 3 parçeyan veqetandine. Her eraziyek serê wê li aliyê din yê gund e. Di navbera wan de 3-11 km rê heye. Min ji keya pirsî, got ku biryar hatibû daliqandin tu bihata binihêrta. Ji ber xisûmet heye ez nikarim biçim gund.”
M.A diyar kir ku wî der barê Midûriyeta navçeyê ya Wezareta Xurek, Çandinî û Sewlakariyê ya Bismilê de serlêdana sûc kiriye.
PARÇEYÊN HERÎ XERAB DIDIN JINAN
Cotkarê bi navê S.a diyar kir ku li navçeya Çinarê li ser navê dayika wê hezar û 150 donim erazî heye û ev erazî bi xalê min re muşterek in û got: “Ji ber ku bi xalê me re xisûmeta me heye em nikarin biçin gund. Em du salan carê eraziyên xwe didin kirê. 280 donim eraziya li ser navê dayika min li 5 parçeyan par kirine. Kesên li gund dijîn zeviyên herî baş dane wan. Divê ji xwe ev nayên gundê. Erdê ku berê du parçe bû niha bûye 5 parçeyên cuda. Li ser kaxizê giştîkirinê dikin. Bi sedan malbatên wek me hene.
S.A destnîşan kir ku şîrketa giştîkirinê dike bêyî ku biçe sedan gundî li ser kaxizê giştîkirinê dikin û agahiya bi hezaran kesên ku li bajaran dijîn bi vê pêkanînê tune. S.A got ku di rewşa ku ev pêkanîn neyê bi dawîkirin de wê dozên xwînê derkevin holê.
Wezîrê Çandiniyê Mehdî Eker jî di serê vê salê de diyar kiribû ku li Amedê ji 649 hezar hektar qad. 654 hezar hektar giştî kirine û ev pêkanîn li 364 gundan pêk hatiye û 165 hezar kesî ji vê fêde girtiye.