Li Amed û Stenbolê gelek endamên DEM Partiyê hatin binçavkirin

Polîsên Tirk danê siharê li Stenbol û Amedê bi ser gelek malan de girtin û nêzî 20 kes binçav kirin ku endamên Meclîsa Ciwanan û rêveberên DEM Partiyê jî di nav de bûn.

Li Stenbolê polîsan Rêveberê Rêxistina Gazîosmanpaşayê yê DEM Partiyê Dogû Yilmaz û endamê partiyê Suleyman Tûrgût binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê.

Li Amedê jî gelek ciwan hatin binçavkirin ku endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê jî di nav de bûn. Hinceta binçavkirinan nehat ragihandin.

Di serdegirtina malan de lêpirsîna Serdozgeriya Komara Bûrsayê weke hincet hate nîşandan.

Navên kesên hatine binçavkirin, bi vî rengî ne: “Mert Fîgen, Ogûzhan Azbay, Ferhat Vûral, Hebûn Dogrî, Canan Akan, Arda Eryilmaz, Baran Tarhan, Delîl Guneşlî, Berfîn Sûbaşi, Muhammed Kahraman, Ferhat Çîçeklî, Abdullah Arşîmet, Eyup Hekimoglû, Cengîz Kazici ve Mûrat Sonmez.”

Polîsan kel û pelên li malan wêran kirin. Hat diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.

Ji bo kesên hatin binçavkirin biryara bisînorkirina hevdîtina bi parêzeran re ya ji bo rojekê hate dayîn. Her wiha ji bo dosyayê jî biryara bisînorkirinê hate dayîn.